Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin 2023-12-19 15:48:31   EDENE - Hat destnîşankirin ku girtiyên nexweş ên di Girtîgeha Kurkçulerê de tên ragirtin, ji ber ferzkirina “lêgerîna dev” mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.    Ferhat Onkol ê di Girtîgha Tîpa F ya Kurkçuler a Edenê de tê ragirtin bi riya telefonê binpêkirina mafan ên li girtîgehê bi malbata xwe re parve kir. Onkol di axaftina xwe de destnîşan kir ku ev 3 sal in li girtîgehê lêgerîna dev li girtiyan ferz dikin û ev tişt gotin: “Ev 3 sal in ku girtî bi tu awayajî ji bo nexweşxane û danişînan dernetine derveyî girtîgehê. Yên ku nexweşiyên wan ên kronîk û nexweşiyên wan ên giran hene, nikarin ji ver vê sepanê biçin nexweşxaneyê. Me serî li gelek cihan da lêbelê tu bersiv nehat dayîn.”    Onkol di axaftina xwe de destnîşan kir ku berî 2 mehan ji Rojava 2 girtî anîne Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edenê, û anî ziman ku ji van girtiyan Kamuran Hassan ê xwestiye derbasî kawîşa girtiyên siyasî bibe ji hêla gardiyanan hatiye derbkirin û got wî xistine hucreyê de.