24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan 2023-12-19 15:21:45 ŞIRNEX - Li bajarokê Sêgirkê li cerdevan Ramazan Babat ê destdirêjî li keçika 16 salî kiribû 24 sal cezayê hefsê hate birîn.    Li bajarokê Sêgirka navçeya Qilebana Şirnexê zaroka 16 salî S.G. rastî destdirêjiyê hat. Danişîna biryarê ya doza derbarê Ramazan Babat û 5 kesên din a bi sûcdariya “destdirêjiya biwesf a zarok”, “kes ji azadiya xwe bêpar hiştin”, “delîlan ji holê rakirinê” hatiye destpêkirin, di 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê de hate lidarxistin. Faîl Ramazan Babat ji Girtîgeha Tîpa T ya Xelatê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û parêzerên Babat jî di danişînê de amade bûn.    24 SAL CEZA DAN FAÎL    Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir û bi parastinan domiya. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Ji sûcên “ji holê rakirina delîlan”, “kes ji azadiya xwe bêpar hiştinê” bersûc Çetîn Babat, Emîn G., Sadî Babat, Şehmûs Babat û Yilmaz G. beraet kirin. Dadgeh derbarê bersûc Ramazan Babat jî ji sucê “destdirêjiya biwesf a zarok”, 18 sal, ji sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hiştinê” 6 sal, bi giştî biryara 24 sal cezayê hefsê da.