Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin 2023-12-19 09:10:31   COLEMÊRG - Koordînasyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Colemêrgê tespît kir ku li Şemzînan, Çelê û bajarokê Bajêrge yên ku di hilbijartina dawî de bûbûn yekem, 4 hezar û 799 hilbijêr hatine veguhestin.    AKP di hilbijartina di sala 2019’an de bi guhestina leşker, cerdevan û polîsan di di hêrêmên sînor de hin cihan bi dest xistibû û dîsa dixwaze bi heman rêbazê li herêmên ku dengên wan kêm in, bi veguhestina hilbijêran bi dest bixin. Hat destnîşankirin ku bi hilbijarên di sala 2019’an ve li Şemzînan, Çelê û Bajarokê Bajêrge yê girêdayê navçeya Geverê, qeyda hezaran hilbijêran hatiye kirin.   4 HEZAR Û 799 HILBIJÊRÊN HATINE GUHESTIN   AKP di hilbijartina sala 2019’an de Şemzînanê bi ferqa 154, Çelê bi ferqa hezar û 94, Bajarokê Bajêrgeyê jî bi ferqa 115 hilbijêran bi dest xist. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartina 2014’an de li hersê herêman jî bûbû partiya yekemîn.    Li gorî testpîtên Koordînasyona Hilbijartinê ya Colemêrgê ji bo her sê navçeyan, piştî hilbijartina herêmî ya derbasbûyî 4 hezar û 799 hilbijêr hatine guhestin. Li gorî tespîtên komîsyonê li Çelê 2 hezar û 29, li Şemzînanê 2 hezar û 100 û li Bajêrgeyê jî 670 hilbijêr hatine veguhestin. Tê payîn ku dê veguhestina van hilbijêran bandorê li ser encamên hilbijartinê bike.    ŞAHÎN: AKP BI HIILBIJÊRÊN VEGUHESTÎ SER KET   Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê DEM Partiyê Kadîr Şahîn fêl û fondên AKP’ê yên hilbijartina sala 2019’an bi bîr xist û da zanîn ku tevî hemû hewldanên wan lijneyên hilbijartinê, serlêdanên wan red kirin û got: “AKP di hilbijartina sala 2019’an de bi îradeya gel bêhtir bi hilbijêrên veguhestî şaredarî bi dest xist. AKP tevahîya şaredariyan bi dengên leşker û polîsan bi dest xist.”   JI NÎVIYÊ ZÊDETIR HILBIJÊRÊN BIYANÎ NE   Şahîn derbarê tespîtên xwe yên derbarê taxa navendî ya girêdayî Bajêrgeyê de anî ziman ku di taxê de ji sedî 55 hilbijêr li navçeyê rûnanin. Şahîn destnîşan kir ku AKP bi hejmareke mezin hilbijêr veguhestine û da zanîn ku AKP vê yekê jî bi hevkariya hin saziyan dikin. Şahîn derbarê agahiyên veguhestinê wiha axivî: “Me li gorî hilbijartina derbasbûyî, îkametên hilbijêran tespît kirin. Piştre me serî li nifûsê û Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kir bê ka çend hilbijêr hatine veguhestin. Ji 10’ê cotmehê heya niha li Çelê û Şemzînanê veguhestina hilbijêran tê kirin. Li Çelê 2 hezar û 29, li Şemzînanê 2 hezar û 100, li Bajêrgeyê jî 670 hilbijêr hatine veguhestin.    Di berdewamiya axaftina xwe de Şahîn anî ziman ku ew ji saziyên behsê xeberê re serlêdanan kirine û bilêv kir ku wan saziyan jî ji bo pirsên wan wiha axivîne: “Dê îtîraz dema ku pêvajoya hilbijartinê destpêkir werin kirin.” Şahîn axaftina xwe wiha domand: “Em ji bersiva hatiye dayîn şaş neman ji ber heman bersivê di hilbijartina di sala 2019’an de jî dabûn. Em ê dest ji şopandina van fêl û fondan bernadin. Em ê her yek hilbijêrê ku cihê wan hatiye veguhestin yek bi yek tespît bikin û bikaranîna wan dengên asteng bikin.”    ‘EM MALAN KONTROL BIKIN’   Di dirêjiya axaftina xwe de Şahîn anî ziman ku tiştên hatine kirin “xespkirina îradeyê ye” û wiha pê de çû: “Gel kê hilbijêre divê ew bibe şaredar û peywirê bidin wî. Organîzasyonên bi vî hawî xespkirina îradeyê ye. Divê her kesek hilbijêrên di mala xwe de kontrol bike. Em dixwazin ku derbarê listikên tên lîstin de gelê me me agahdar bike.”   BANGA XWEDÎDERKETINA BAJAR Û DENGAN    Şahîn ji bo hilbijarina herêmî ev hişyarî kirin: “Bi taybetî jî welatiyên Çelê û Şemzînanê divê destûr nedin hilbijêrên veguhestî. Divê gelê me li bajar û dengê xwe xwedî derbikeve. Serokên şaredariyên bi dengên veguhestî tên hilbijartin îradeya gelê me nîn in.”   MA / Mazlûm Engîndenîz