Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin 2023-12-19 09:09:30   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku qeyûmê li Stewrê ku leşker û polîs wekî hilbijêr ber bi wir ve hatine neqilkirin, gef li dikandaran xwariye û gotiye "Ger AKP şaredariyê bi dest nexe dê xizmet neyê vir. Ez ji bo hilbijartinê hatime vir."    Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê xebatên partiyan ên beriya hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adara 2024'an dewam dikin. Lê li li Stewra Mêrdînê xebatön AKP'ê yên "veguhestina dengdêran" berdewam dike. Hefteyên borî derketibû holê ku li navçeyê ji bo hilbijartinê navê 600 polîs û leşkeran hatiye tomarkirin. Hat diyarkirin ku hejmara leşker û polîsçn wekîd engdêr li navçeyê hatine tomarkirin gihaştiye 700'î. Hat destnîşankirin ku ev leşker û polîsên wekî dendêr hatine tomarkirin, wekî navnîşan li ser cihekî wekî" mêvanxane" qeydkirî ye hatine tomarkirin. Ligel vê qeyûm û qeymeqamê navçeyê Fatîh Çevîk jî di demên dawî de ji bo hilbijartinê serdana dikandaran dike û civînan li dar dixe.    ‘EZ JI BO HILBIJARTINÊ HATIM'   Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Dema ku qeyûm serdana dikandaran kir, hin dikandaran pirsgirêkên der barê rê û binesaziyê de anîn zimên. Dikandaran diyar kir ku rê nehatine çêkirin û qenalîzasyon jî tune ye û li navçeyê xizmet nayê kirin. Li ser giliyên dikandaran, qeyûm der barê hilbijartina bê de ji dikandaran re got: “Eger AK Partî şaredariyê bi dest nexe dê xizmet neyê kirin. Divê AK Partî di hilbijartinê de bi ser bikeve." Hat ragihandin dikandaran jî bertek nîşan daye û gotiye "Hûn ji bo siyasetê nehaine vir" û »piştî vê qeyûm jî wiha gotiye: "Ez ji bo hilbijartinê hatime vir, serokkomarê me ez belesebeb neşandime vir."    ÇÛ CEM KEYAYAN   Hate hînkirin ku qeyûm Çevîk bi keyayan re hevdîtin pêk aniye û gotiye "Divê em Stewrê teqez bi dest bixin" û ji keyayan re gotiye teqez divê li gund kesek raya xwe neda DEM Partiyê. Her wiha hat hînkirin ku qeyûm di hevdîtinên xwe de yên bi keyayan re, gotiye ji bo AKP'ê bixebitin û ev talîmata serokkomar e.