Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye 2023-12-19 09:02:43   MEREŞ - Bi ser erdhejên Mereşê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî gelek avahiyên bixesar ên li navenda Mereşê nehatine hilweşandin û xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdikin. Li hêla din ji ber xebatên rakirina kavilan ku li gorî mewzûatê nayên kirin, bajar di nava toz û dûmanê de ye.    Di 6’ê Sibata 2023’yan de navendên wê Mereş bi pileyên 7.7 û 7.6 du erdhejên mezin çêbûn. Erdhejan bandoreke mezin li 11 bajaran kir û li gorî daneyên fermî; di erdhejê de herî kêm 50 hezar û 783 kesan jiyana xwe ji dest dan û 107 hezar û 204 kes jî birîndar bûn. Li navenda erdhejê Mereşê, li gorî daneyên fermî 12 hezar û 622 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 hezar û 940 avahî jî hilweşiyan. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn û hêj jî xebatên rakirina kavilan berdewam in. Ji bo 19 hezar û 194 avahiyên li bajar ku xesareke mezin gihiştiyê, biryara “divê tavilê bên hilweşandin” hate dayîn. Lê hêj jî ev avahî li şûna xwe ne û nehatine hilweşandin. Ev avahiyên behsa xeberê li ser jiyana welatiyan jî xetereyeke mezin çêdikin.  Di erdhejê de li Taxa Hayrûllah a navçeya 12’ê Sibatê ya navendê xisar gihişt gelek avahiyan. Li vê derê hêj jî xebatên hilweşandinê dest pê nekirine. Keyayê taxê da zanîn ku di hilbijartinên berê de hejmara hilbijêran bi ser 3 hezaran bû lê di hilbijartinên dawî de ev hejmar daketiye bin hezar û 500 kesan. Ji neçariya xwe gelek şêniyên taxê jî di avahiyên kêmxesar de dimînin.  Li hêla din, piştî rakirina kavilên gelek avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn, bajar veguheriyeke qadeke vala. Welatiyên bajêr ên ji erdhejê xelas bûn dibêjin ku berê dema dixwestin li cihekî binêrin, ji ber hejmara zêde ya avahiyan nedikariyan tu deverê bibînin. Ev gotin, radixe ber çavan bê ka wêraniyeke çiqas mezin li bajar çêbûye. Niha jî li şûna wan avahiyên hilweşiyayîn, amadekariyên çêkirina avahiyên nû tên kirin.  Ji ber ku xebatên rakirina kavilên avahiyên hilweşiyayî li gorî mewzûatên heyî nayên kirin, bajar di nava toz û dûmanê de ma ye. Ev yek bandoreke neyînî li ser tenduristiya gel dike.  Li Mereşê, li 51 noqteyan 23 hezar û 212 konteynir hatine danîn. Mexdûrên erdhejê ku piraniya wan di van konteyniran de dimînin dê vê zivistanê jî bê mal derbas dikin. Li aliyê din destûr nayê dayîn ku rojnameger li konteyniran dimên bikşînin û bi mexdurên erdhejê re biaxivin.   MA / Mahmût Altintaş