Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin 2023-12-18 13:46:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ANF’ê hate diyarkirin ku herêmên Zap û Metînayê bi teqemeniyên qedexekirî 53 caran hatin bombekirin.   Êrişên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê de cih digire, hurgiliyên têkildarî êrişên di navbera dîrokên 15 û 17 kanûnê de pêk hatine cih girtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku carekê bi bombeya taktîk nukleerê û 53 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî herêm hatine bombekirin.