Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin 2023-12-18 10:41:17   ŞIRNEX - Hevjînê Dayika Taybet a li navçeya Silopiyayê piştî ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û cenazeyê 7 rojan li kolanê hate sekinandin, Halît Înan, diyar kir ku hovîtiya hatiye kirin ji bîr nakin û got: “Zarokên gelê kurd dê serbikevin.”   Bi ser qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Silopiyayê hatibû îlankirin re 8 sal derbas bûn. Li Silopiyaya ku êrişên hêzên dewletê 38 rojan berdewam kir de dorpêç 308 rojan berdewam kir. Li gorî rapora ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate amadekirin, di êrişên hêzên dewletê û qedexeya derketina derve ya di navbera tîrmeha 2015’an û cotmeha 2016’an de hate îlankirin de 68 kesên temenê wan di navbera 11 û 75 salî de jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 500 malan hatin texrîbkirin.    Li Silopiyayê di roja 5’an a qedexeya derketina derve de Taybet Înan (Dayika Taybet) a 57 salî di encama hedefgirtina segvanan de li ber mala xwe bi 10 guleyan hate qetilkirin. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li nava kolanê hate rawestandin. Piştî qetilkirina Dayika Taybet xizmê wê Yûsûf Înan ku biçe wê xelas bike, li hewşa xwe hate birîndarkirin. Yûsûf Înan ê 20 saetan bi awayekî birîndar hate rawestandin ji ber xwîna wî zêde çû jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Dayika Taybet ê hewl da cenazeyê wê bigire jî di êrişa polîsan de hate birîndarkirin. Piştî 7 rojan cenazeyê Dayika Taybet hate wergirtin. Di merasîma veşartina cenazeyi de destûr hate dayîn ku tenê du kur û birayê wê tev li merasîma cenaze bibin.   KÊLIYA BIRÎNDAR BÛ VEGOT    Tevî ku 8 sal derbas bûne jî şopên guleyên ku bi Dayika Taybet ketine dimînin. Guleyên li dîwaran hovîtiya dewletê û sûcê mirovahiyê radixe li ber çavan. Halît Înan (66) ê cenazeyê hevjîna wî 7 rojan li nava kolanê ma û di êrişa polîsan de birîndar bû tiştên qewimîn vegotin. Înan, diyar kir ku di pêvajoya ku qedexeyên derketina derve hatin îlankirin de taxa wan hate dorpêçkirin û anî ziman ku mala wan jî bû hedefa êrişan û du qat bi temamî şewitîn. Înan, anî ziman ku piştî mala wan hate şewitandin, derbasî mala birayên xwe yên cîranên wan bûn, bûne û wiha got: “Dema gule bi Dayika Taybet ketin mala cîranê me jî şewitî. Dayika Taybet çû bû mala cîran. Saet dora 19.00’an bû. Min nimêja eyşa dikir. Di wê kêliyê de xizmekî me got dengê Dayika Taybet bihîst. Ez ji bo derkevim kolanê beziyam. Min lê nêrî Dayika Taybet ketiye ser destê xwe yê rastê û di kolanê de wiha dirêj bûye. Bang li min kir û got ‘neyê’. Di mînareya mizgefta li serê kolanê segvanekî gule berdabû û hêj li wir bû.”   HEWL DA BI WERÎSÎ XELAS BIKE   Înan, da zanîn ku hewl daye ku biçe cem Dayika Taybet û wiha lê zêde kir: “Ez ber bi Dayika Taybet ve çûm, dema nêzîk bûm, dît ku gule bi çokê wê yê rastê ket. Min nekarî zêdetir nêzîk bibim. Min ji pişt dîwarê li hemberî wê jê re werîs avêt. Heke werîs bi destê xwe ve girêdabûya ez da wê bikişînim aliyê xwe ve. Ben girêda. Min kişand. Çend mîtro mabûn ku cihê ez lê gulebaran kirin. Gule bi wî dîwarê ku ez li pişt bûm ketin. Ez di vê kêliyê de ji destên xwe birîndar bûm.”   POLÎSAN DAXWAZA CIH KIRIN Û ÊRIŞ KIRIN    Înan, bi lêv kir ku di kêliyê birayê wî Yûsûf Înan jî ji bo alîkariya wan bike hewl daye derkeve derve û berdewam kir: “Hate ber derî û ji aliyê hêzên dewletê ve hate gulebarankirin û birîndar bû. Birayê min ji valahiya zikê xwe yê aliyê rastê birîndar bû. Dema wê kêliyê derket derve hewl dida ji segvanê li mizgeftê xwe biparêze lê birayê min bû hedefa segvanên li avahiyên milê rastê. Birayê min li ber malê birîndar bû, hevjîna min Taybet li nava kolanê ez jî li pişt dîwêr mabûm. Em li zarokên min ên din geriyan û agahdar kirin. Pişt re em li miduriyeta polîsan geriyan û rewş ji wan re vegot. Me got ku em malbateke qelebalix in. Wan jî ji me re gotin ‘derkevin’. Dema me ji wan pirsa ka em ê çawa derkevin kir, daxwaza cihê em lê bûn kirin. Me jî cihê dikana xwe ji wan re got. Pişt re dîsa li miduriyeta polîsan geriyam. Piştî demekî kurt ku me cihê dikanê ji wan re got, êrişî wir kirin û ew der ser û bin kirin. Ez dîsa li miduriyeta polîsan geriyam. Min ji wan re got ku ‘Hûn agahiya cihê ku em lê ne dixwazin. Dema em ji we re dibêjin jî hûn êrişî wir dikin’. Wan jî got ‘Em çi bikin. Agahiya ku ji me re tê ji leşkeran re radigîhin. Ji wan dibêjin baldar bin malbat heye’.”   HETA SERÊ SIBÊ BI AWAYEKÎ BIRÎNDARKIRÎ SEKINÎN   Înan, da zanîn ku wê şevê birayê wî û Dayika Taybet bi awayekî birîndarkirî sekinîne û wiha pê de çû: “Em sibê dîsa li miduriyeta polîsan geriyan. Xwestin ku em bi ala spî derkevin. Bi keça min a mezin, cîrana me û du jinbirayên min re me hewl da bi potikê spî derkevin derve. Dema em nêzî derî bûn dîsa bi çekan gule baran kirin. Em paş ve vegeriyan. Ji xwe birayê min jiyana xwe ji dest dabû. Me ew danî jêrzemînê.”   7 ROJ Û 7 ŞEVAN DI NAVA KOLANÊ DE MA   Înan, anî ziman ku li ser vê yekê ji milê piştê ve derbasî mala keça xwe bûn û wiha berdewam kir: “Cenazeyê Taybet û birayê min wisa li wir man. Em 7 rojan li mala keça min man. Em bi jin zarok û zilaman ve nêzî 30 kesan li malekê man. Me dikarî rojê tenê danekê xwarinê bixwin. Me nîvro kêm xwarin dixwar, heta roja din danê nîvro. Roja 8’an leşkeran cihê ku em lê bûn dorpêçkirin. Zarok li holê, jin li dora wan em zilam jî li dora jinan weke xeleke kom kirin. Ew ên hatî tiştên cuda bûn. Dişibiyan zebaniyan. Ji me re çêr kirin. Nasnameyên me kom kirin û gotin ‘Li vir bimînin, Em ê piştî nîvro we derxînin, heke hûn derkevin em ê we derxînin, heke hûn dernekevin jî berpirsyartî ne ya me ye’. Pişt re em derxistin. Cenazeyê Taybet û Yûsûf 7 roj û 7 şevan wisa mabû. Ev qas sal bi ser re derbas bûn. Hovîtiyeke mezin hate jiyîn. Cenazeyek dikare evqas li erdê bimîne?