Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan 2023-12-18 09:53:44   STENBOL - Cenazeyên 282 kesan li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatibûn veşartin û ev 6 sal in cenazeyên gelek ji wan radestî malbatên wan nehatine kirin. Malbata Leyla Kaya ku cenazeyê wê 4 sal piştre hate dayîn diyar kir ku dê “îşkenceya” li wan hatiye kirin ji bîr nekin.    Cenazeyên endamên HPG’ê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ku girêdayî navenda Bedlîsê ye, di navbera 8-19’ê kanûna 2017’ân de hatin derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatin veşartin. Li gorî rapora çavdêriyê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), 282 cenaze hatin derxistin. Bi ser derxistina cenazeyan re 6 sal derbas bûn û heta niha hêj gelek cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Tê texmînkirin ku heta niha tenê derdora 20-30 cenazeyan hatine radestkirin. Lê belê di vê mijarê de tu agahiyên zelal nînin. Ji bo nedayîna cenazeyan jî “mînaka DNA’yê” weke hincet tê nîşandan.    Cenazeyê Leyla Kaya ku di 22’yê sibata 2017’an de li navçeya Xîzan a Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Kîlyosê hatibû definkirin jî hatibû derxistin û li peyarêya Kîlyosê hatibû definkirin. Malbata Kaya, piştî têkoşîneke 4 salan cenazeyê keça xwe wergirtin. Malbata Kaya ku li ser çapemeniyê hîn bû ku cenazeyê keça wan hatiye derxistin, piştî ku mînakên DNA’yê hev girtin, di 9’ê sibata 2021’an de cenaze ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê wergirtin.    ZEXTÊN DEWLETÊ    Di salên 90’î de ji bo gelê kurd bibe cerdevan, dewletê zextekî giran dikir. Malbata Kaya jî di sala 1994’an de ji ber zextên cerdevantiyê yên dewletê, ji gundê Mamahik ê navçeya Gimgim a Mûşê koçî navçeya Gebze ya Kocaeliyê bû. Dayika Kaya, Halîde Kaya da zanîn ku keça wê di demeke ku zextên dewletê zêde bûn û her roj bi ser malan de dihat girtin mezin bûye. Dayik Kaya diyar kir ku di her serdegirtinê de îşkence li endamên malbatê dihat kirin û zexta cerdevaniyê li hevjînê wê hatiye kirin. Kaya, got ku ji ber van zextan neçar man ku koç bikin.    ZEXTA CERDEVANTIYÊ   Kaya, diyar kir ku hevjînê wê zextên cerdevantiyê qebûl nekir û îşkenceyên li hevjînê wê hatine kirin wiha vegot: “Li gund her hefteyê bi darê zorê nobet bi kesekî didan girtin. Dema dor hatî hevjînê min, qebûl nekir. Ji ber ku qebûl nekir, hevjînê min tazî kirin û li ser wesayîta wî girê dan û birin qereqolê. Ji ber ku ev qebûl nekir, jê re gotin ‘terorîst.’ Di wê navberê de hevjînê min got; ‘ez terorîst nînim. Zarokên min hene û ez li malbata xwe dinêrim.’ Piştre jî hevjînê min girtin û birin girtîgehê. Di temamiya 7 mehan de îşkence lê kirin. Mehekê ava sar li hevjînê min dikirin û didan ceyranê. Heta ku bi ser hişê xwe diçû jî ev îşkence didomiya. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, bi salan piştre derb li bedena wî ket. Ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, di temenekî biçûk de jiyana xwe ji dest da.”    LEŞKERAN MAL ŞEWITANDIN    Bi domdarî Kaya anî ziman ku dema hevjînê wê hatiye girtin, tevî 10 zarokên xwe bi tena serê xwe man û wiha pê de çû: “Mala me ji hêla leşkeran ve hate şewitandin û em bê avahî man. Zextên li ser me piştî girtina hevjînê min jî neqediyan. Gelek caran îşkence li me hate kirin û keça min Leyla jî ev tişt tevek bi çavên xwe didît.”    ŞAHIDIYA LEYLAYÊ   Kaya, bi lêv kir ku keça wê li dijî van zext û îşkenceyan gelek bihêrs bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min bi hunerê re mijûl dibû, gelek girîngî dida exlaq û aştiya civakî. Li dibistanên lê dixwend gelek cihêkarî lê hate kirin. Hem dixwend hem jî dixebitî. Keça min ji min re digot; ‘Dayê, ev îşkence ji bav û dayikên me heta dema me hat. Ma te bavê min nedît, ji ber îşkenceyên lê hatine kirin jiyana xwe ji dest da. Ez ê tu caran vê îşkenceyê ji bîr nekim. Zilmekî mezin li ser jinên civaka me heye. Divê mirov vê heqîqetê bibîne.’ Piştî van gotinan jî çû.”    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ZEXTAN    Di berdewamê de Kaya bi lêv kir ku zextên li ser kurdan hêj bi dawî nebûne û wiha got: “Têkoşîna li dijî van zextan îro li girtîgehan bi grevên birçîbûnê tên domandin. Zilmekî mezin li gelê kurd tê kirin û girtî li dijî vê zilmê ketin greva birçîbûnê. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov, xwedî li wan derkeve.”    VEŞARTINA CENAZEYAN A DI BIN PEYARÊYÊ DE    Kekê Leyla Kaya, Turan Kaya jî qala têkoşîna ji bo cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û di bin peyarêya Goristana Kîlyosê de hatine veşartin kir. Kaya, wiha got: “Ji bo wergirtina cenazeyan me gelek zehmetî kişandin. Piştî têkoşîna 4 salan me karî cenazeyê xwe wergirin. Tenê kevir danîbûn ser cenazeyê xwişka min. Heta ax jî neavêtibûn ser. Ev ne kiryarekî mirovî ye. Em tiştekî wiha teqez qebûl nakin. Tu kesekê xwedî wijdan tiştekî wiha nake.”    CENAZE DI QUTIYEKÊ DE DAN    Kaya, da zanîn ku piştî têkoşîna wan a 4 salan, cenaze di qutiyekê de radestî wan hatiye kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema me cenazeyê xwişka min ji bo definkirinê birî, li her deverê em didan sekinandin. Di dema definkirina li gund de hejmarek diyar kiribûn û nehiştin tu kes tev li merasîma definkirinê bibe. Zexta psîkolojîk a dewletê bû. Miameleya li djî cenazeyê xwişka min, zilm e. Di ola îslamiyetê de, li gorî baweriya me îşkence li kesekî/a jiyana xwe ji dest dayî zilm û ev miamele nayê kirin. Ji ber ku têkiliya wan a bi cîhanê re qut bûye. Tu kes li ser cenazeyan peyaman nade.”    MA / Ferdî Bayram