Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin 2023-12-18 08:52:22   EDENE - Di operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê de gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiayên “bertîl” û “di îhaleyê de hîle hatiye kirin” bi rê ve dibe bi ser Avahiya Xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’î de hate girtin. Di heman demê de bi ser gelek malan de jî hate girtin. Di encama van serdegirtinan gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin, lêgerîna li avahiya xizmetê didome.