Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin 2023-12-17 18:35:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Kocaeliyê axivî, destnîşan kir ku partiya wan hêj partiya girîng e û wiha got: “Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr bi awayekî herî xurt li Tirkiyeyê jî bi cih bînin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kocaeliyê kongreya xwe li dar xist. Ji bilî gelek kesan Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî tev li kongreyê bû. Hevseroka Giştî Hatîmogûllari ya piştî hilbijartina endamên dîwana kongreyê axivî, beşdarvan bi kurdî silav kirin.    Hatîmogûllari ya spasiyê xwe pêşkeşî xebatkarên partiyê yên li Kocaeliyê kirin, kedkarên li navçeya Acipayam a Denîzliyê di bin hezaz a madenê de ma bi bîr anîn.      ‘DOZA NAN WÊ QEZENC BIKE’    Hatîmogûllari, bal kişand ku Kocaelî herêmeke karkeran e û wiha got: “Li vir mixabin mirov mehkûmî mûçeya asgarî hatine. Em weke DEM Partiyê di demekî li Meclisê hevdîtinên budçeyê berdewam dikin de ji bo rewşa kedkaran baş bibe, mûçeya asgariyê bînin ser sînorê xizaniyê li Meclisê jî li her derê jî têdikoşin. Em li her derê bi xwişk û birayên xwe yên karker û kedkar re têdikoşin. Em soz didin ku dê li vî welatî ked, doza nanî qezenc bike.”   JI BO FILISTÎNÊ BANG KIR    Hatîmogûllari, bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê û wiha got: “Me got em li cem gelê Filistînê yê mezlûm in. Gelê Filistînê niha tenê hatiye hiştin. Herî baş em wan fêm dikin. Ji ber ku em dizanin ku niha li Rojava, li Efrînê jî heman tiştên li Xezayê tên jiyîn, gelê kurd dijî. Em dîsa dizanin ku dagirkeriya Îsraîlê tê çi wateyê. Ji ber ku em baş dizanin ku li Rojava, li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê kurd çawa tê qetilkirin, bi ÎHA û SÎHA’yên ji Tirkiyeyê radibin dizanin kirdeyên siyasî yên wê derê, kesên têkoşîneke demokratîk didin çawa tên qetilkirin. Em niha baş dizanin ku ji bo îro gelê kurd li Rojava statuyekê bi dest nexe desthilata heyî bi polîtîkayên dijminatiya gelê kurd çi dike. Me duh ev yek teşhîr kir û li dijî vê têkoşiyan em îro jî vê teşhîr dikin û li dijî vê têdikoşin. Em tînin bîra AKP’ê hûn desthilat in heke bi rastî li cem gelê Filistînê ne, ewilî dest ji hemû peymanên mirovî û bazirganî berdin. Heke hûn bixwazin di pirsgirêka Filistînê de bibin garantor, hûn ê rê li ber çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd li Sûriyeyê û bi taybet li Tirkiyeyê û li çar parçeyên Kurdistanê vebikin.”     ‘EM LI CEM MALBATÊN NOBETA EDALETÊ DIGIRININ’    Hatîmogûllari qala tecrîda li Îmraliyê jî kir. Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji holê bê rakirin û birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe niha li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Malbat jî ji bo piştevaniya çalakiya girtiyan di nobeta edaletê de ne. Em ji vir careke din qîr dikin. Bila tecrîd demildest rabe û em ji vir ji dayikên me yên têdikoşin û nobeta edaletê re silavê dişînin. Em li cem we ne. Em bi we re ne.   EM HEMÛ HEQARETA LI BAHÇELÎ VEDIGERÎNIN      Duh Bahçelî li Meclisê gotiye ku Partiya DEM’ê xizmetê ji terorê re dike.’Bila Bahçelî baş bizane ku bi nasnekirine zimanê kurdî û dijminatiya gelê kurd dijminatiya herî mezin li vî welatî dike. Hemû heqaretên ku li me kirine ez ji vir li pêşberî we li wî vedigerînim.    CIWAN HÊVIYA TIRKIYEYÊ NE     Em kongreyên xwe yên giştî li Tirkiyeyê jî bakurê Kurdistanê jî didomînin. Em ji bo hilbijartina herêmî jî di nav amadekariyeke xurt de ne. Dê di 24’ê mijdarê de li Amedê Kongreya Ciwanan pêk were. Ciwan hêviya Tirkiyeyê ne. Dema em li dîroka Tirkiyeyê, ya welatparêz û şoreşgeran dinêrin ciwan her tim bûne pêşengên têkoşînê. Ciwanên kurdan jî yên Tirkiyeyê jî. Ji ber vê dizanin polîsan tundî li endama me ya MYK’ê û berdevka me ya Meclisa Ciwanan rêzdar hevrêya me Edanûrê kir, we dît ku çawa çavê wê reş û şîn kiribûn. Me ev qet qebûl nekir, em ê tucar qebûl nekin jî.   DEM PARTÎ HÊJ PARTIYA GIRÎNG E     Hilbijartin yek ji rojevên ku herî zêde hûn û tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê li bendê ne û yek ji rojevên ku em lê binêrin em ê çi bêjin e. Ji bo DEM Partiyê dibêjin ‘rola xwe ya partiya girîng’ winda kir. Me berê jî got em niha jî dibêjin rola me ya partiya girîng berdewam dike. Ji ber ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan rola xwe ya girîng bi hîleyên li sindoqan bi dest nexistiye, bi protoqolên sexte bi dest nexistiye. Em demokrasiyê ji dil diparêzin. Em azadiyê, wekheviya jinan, mafê xweza, karker û kedkaran ji dil parast. Di serî de gelê kurd mafê zimanê dayikê û perwerdehiyê ya hemû gelên li vî welatî dijîn me ji dil parast. Ji ber vê yekê me rola xwe ya partiya girîng duh jî winda nekir û îro jî winda nekiriye.   LIHEVKIRINA BAJÊR     Di van hilbijartinên herêmî de em ê weke hevserok û berdevkên partiyê helwesteke çawa nîşan bidin, bi raya giştî re bi berfirehî parve kir. Me got ku em ê biryara xwe ya dawî li civîna Meclisa Partiyê ya duh û pêr hate lidarxistin bigirin. Me stratejiya hilbijartinê li ber çavan derbas kir. Serlêdanên me bi awayekî zêde berdewam dikin. Em ji her derê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serlêdanên bernamzetan werdigirin. Li Tirkiyeyê jî komîsyonên me hatin avakirin û li wir jî serlêdan didomin, di serî de jin, ciwan û xwişk û birayên me yên astengdar, ji kerema xwe herin serî lê bidin û serlêdanên xwe yên bernamzetiyê bikin.    Yek ji biryara herî girîng ku li Meclisa Partiyê de hate wergirtin Lihevkirina bajêr e. Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr bi awayekî herî xurt li Tirkiyeyê jî pêk bînin. Em dixwazin çi bêjin? Dema em qala Lihevakirina Bajêr dikin em qala hemû dînamîkên bajêr dikin. Em qala hemû hêzên demokrasiyê yên Kocaeliyê dikin. Em behsa formuleke ku temsîliyeta rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên sivîl, komeleyên herêmî, tevgerên jin û ciwanan, xwezayê û parêzvanên mafên mirovan û hemû baweriyan dikin ku di rêveberiya herêmî ya wî bajarî de xwe îfade bikin û îradeya wan di rêveberiya wî bajarî de bê nîşandan. Me di civîna xwe ya Meclisa Partiyê ya duh de biryar girt ku bajêr bi bajêr li ser vê formulê bixebitin. Me têkildarî vê biryar da ku ji bo bingeha Lihevkirina Bajêr bê amadekirin ji bo hevdîtinên navendî bên kirin yekeyekê ava bikin. Em ê di civîna xwe ya MYK’ê ya sibê de ka dê yeke çawa be û xebatên li navendê werin bi rê ve birin bi awayekî hûrgilî derxînin holê. Yek ji vebijêrkên herî xurt ên li Tirkiyeyê ku li ser maseyê ye, bêguman rengvedana vîna me ya li ser rêveberiyên herêmî ye. Ne tenê ev yek hat wateya danîna namzetan, di heman demê de me vekirîbûna xwe ya li hevkariya hilbijartinê jî anî ziman. Ev ferasetbû ku duh di civîna me ya PM'ê de eşkere bû.    EM BI HEV RE SERBIKEVIN    Em ji vir careke din dibêjin; em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin. Gel dê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Li bakurê Kurdistanê jî li Tirkiyeyê jî dê wiha be. Em ji Kocaeliyê bang dikin. Em weke ku dê hilbijartin sibê çêbibe xebatên komîsyonên xwe bi dawî bikin, derî bi derî bigerin. Em destê mirovekî nehêlin ku me ne girtî. Em têkoşîn û doza mafdar a DEM Partiyê vebêjin. Me ji navenda xwe heta herêmên xwe seferberiyek îlan kir. Seferberiya xebatê. Seferberiya ku em biçin cem gelê xwe. Ez ji vir bang li hemû gelên me yên li Kocaeliyê dikim; bila vîna me di rêveberiyên herêmî de bê nîşandan. Li dijî pêkanînên antî demokratîk em bingeha têkoşîna demokratîk bi hev re ava bikin. Em bi hev re serbikevin. Em bi rêxistinkirinê serbikevin. Em bi piştevaniyê serbikevin.”