Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn 2023-12-17 16:49:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparêz jî tev li Nobetên Edaletê yên li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn û Stenbolê didomin bûn û piştgirî dan.    Nobeta Edaletê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hatiye destpêkirin didome.    WAN      Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER û xizmên girtiyan hate destpêkirin û di roja 13’an de berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Jinan a STAR’ê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rêya Armûşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Wanê ji bo piştevaniyê hatin serdanê.    Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gonul Uzunay diyar kir ku tevî zext û zilmê jî girtiyan barê têkoşînê li xwe girtiye û wiha domand: “Em van çalakiyan silav dikin. Em li vir dîsa bang dikin; muxatabê pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û divê rêyên guftûgoyê bên vekirin. Her dayika ku di vê berxwedanê de cih digire, ji bo me qasida aştiya birûmet e.”    Çalakî bi stran û serdanan dom kir.    AMED     Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rezan a Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 14’an de dom kir. Di çalakiyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bidin zindanan” hate vekirin. Her wiha çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Serdanên ji bo çalakiyê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Rêveberên Komeleya Hewldana 78’an, endama Meclsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Meyaser Akdag û Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler 30 sal piştre ji girtîgehê hate berdan hatin serdana nobetê.    Dayika Aştiyê Akdag di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê em heta dilopa xwîna laşê xwe ya dawî piştgiriyê bidin çalakiyê.” Încî Guler jî xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û zextên li ser girtîgehan bi dawî bibin. Guler, got ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin.    Çalakî bi stranan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dom kir.    MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya li Mêrsînê jî di roja 14’an de li avahiya Çukurova TUAY-DER’ê berdewam kir. Dayikên Aştiyê û gel piştgirî da çalakiyê, bal kişandin ser rewşa girtîgehan û bertek nîşanî zextên li ser girtiyan dan.    Çalakî, bi stranên dayikan û dengbêjan dom kir.    EDENE      Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê ku AATUHAY-DER’ê tê lidarxistin jî di roja 14’an de berdewam kir. Li gel Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, gelek welatî jî hatin serdana çalakvanan.    STENBOL      Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bagcilar a Stenbolê di kete roja 5’an. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan”  hate vekirin. Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparêz, DÎAYDER, DBP,  heverokên DEM Partiyê yên navçeyên Esenyurt û Maltepeyê û endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Endamên Ciwanên Xwendekarên Welatparê ji bo piştevaniyê rojek nobet girtin.    Fînce Akman di çalakiyê de axivî û wiha got: “Zarokên me ketine greva birçîbûnê û dibe ku sibe dusibe xwe bişewitînin an jî ji birçan jiyana xwe ji dest bidin. Heke rewşeke wiha çêbibe, berpirsyar dewlet e. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Heta ku pêk tên jî em ê neçin malên xwe û li vir nobetê bigirin. Em natirsîn û dê têkoşîna xwe bidomînin.”