Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin 2023-12-17 15:16:10   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî hedefgirtina Şêx Seîd da û wiha got: “Em bang li her kesî dikin ku hedê xwe bizanin û rêzê ji bo hesasiyên dîrokî yên gel bigirin.”    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî êriş û heqaretên li dijî Şêx Seîd daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hate dayîn û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi zimanê xwe yê qirêj li hemberî nirxên gelê kurd zimandirêjiyê nekin” hate vekirin û gelek caran dirûşma “Şêx Seîd rûmeta vî gelî ye” hate berzkirin.    ‘DAXUYANIYÊN ÊROŞKAR NAYÊN QEBÛLKIRIN’    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan daxuyanî bi kurdî xwend û got ku derdorên nîjadperest-şoven di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de zimandirêjiyê li nirxên gelê kurd dikin. Bi domdarî Turan diyar kir ku Şêx Seîd û rêhevalên wî ji bo maf û edaletê têkoşiyan û wiha domand: “Ji ber vê yekê rastî xezeba serwerên wê demê hatin û hatin bidarvekirin. Mîna ya Seyîd riza û Nûrî Dêrsimî ku rûmeta gelê kurd in, cihê gora wan jî nediyar in. Lêkirina navê Şêx Seîd û rêhevalên wî li qadekê, ji bo gele kurd nîşaneyeke rêzdariyê ye. Êriş û daxuyaniyên nîjadperest ên ji ber vê yekê tên kirin, nayên qebûlkirin.”    ‘ÎKTÎDAR Û HEVKARÊN WÊ LI PEY RANTA SIYASÎ NE’   Bi domdarî Turan destnîşan kir ku hinek derdor van êrişan weke derfeteke hilbijartinê dibînin û wiha pê de çû: “Weke amûrekî rantê bi kar tînin. Haya me ji van hewldanan heye. Qada behsa xeberê tevî 60 ciyên nû yên vedibin, di 29/11/2011’an de li gorî biryara bi hejmar 274’an Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di serdema Osman Baydemîr de hate dayîn. Yên îmze avêtine bin vê biryarê jî hevşaredar û rayederên wê demê ne. Derheqê wan de jî lêpirsîn hate destpêkirin û hêj tên darizandin. Îktîdara heyî ku 20 sal in desthilatdar e, polîtîkayên sedsalê yên komarê bi xwe didomîne. Li aliyekî bi hinceta riza dewletê cihên gorên pêşengên kurdan diyar nakin, li hêla din jî qeyûmê wan û hevkarên xwe hewl didin li ser vê mijarê ranteke siyasî bi dest bixin. Ev yek, cotstandartiya îktîdarê radixe ber çavan.”    ‘EM XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERDIKEVIN’   Di berdewamê de Turan bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi polîtîkayên înkar û pişaftinê re pirsgirêkên bingehîn çareser nabin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her ku diçe rewşa şer û pevçûnan berfirehtir dibe û polîtîkayên tundiyê li ser jiyana gel bêhtir belav dibin. Demokrasi, hiqûq, mafên mirovan ên bingehîn û azadiya mirovan dane sekinandin. Em tevek bi hev re vê pêvajoyê dijîn. Lê belê, weke pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê em ê li vê erdnîgariyê ji bo aştî, wekhevî, edalet, azadî, demokrasî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk têbikoşin. Di heman demê de em ê xwedî li nirxên gelê kurd derkevin.”    ‘BILA HER KES HEDÊ XWE BIZANE’   Turan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em, êrişên nîjadperest û şoven ên di şexsê Şêx Seîd û rêhevalên wî ku ji bo têkoşîna maf têkoşiyan tên kirin, tu carî qebûl nakin. Ev feraseta şoven, bûye çavkaniya nebaşî û pevçûnên sedsalî. Ji bo ku şer û pevçûn heta sed salên din li ser vê erdnîgariyê nedomin, em banga aştî, aramiya civakî û demokrasiyê li her kesî dikin. Bila her kes hedê xwe bizane û hesabên xwe li gorî vê bike! Banga me ew e ku her kes bi rêzdarî nêzî nirx û hesasiyetên gel bibe.”