Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye 2023-12-17 13:39:59 ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê statûya gelê kurd bê naskirin. Bakirhan, têkildarî hilbijartinên rêveberên herêmî jî wiha got: “Deriyê me ji bo derdorên civakî yên li gel nêrîna azadîxwaziya jinê, yên hawirdorê ji rantê re venakin û ji mafên mirovan ên gerdûnî bibawer re vekirî ye.”  Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê, 3’yemîn Kongreya Asayî li Navenda Kongreyê ya Celal Atik li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur û gelek parlamenter tev li kongreyê bûn. Di heman demê de malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tev li kongreyê bûn.    Pankartên “Em naxwazin darbestan lê zarokên xwe hembêz bikin”, “Ji bo jiyaneke ekolojîk DEM Partî”, “Qeyûm darbeyeke li dijî vîna gel e”, “Bi kar anîna kîmyewiyan sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne” û “Ne bûdçeya qesr, şer û alîgiran, bûdçeya gel” hatin daliqandin.    Di kongreyê de coşeke mezûn hebû û sînevîzyona têkildarî têkoşîna ji salên 90’î heta niha hate pêşandan. Piştre jî endamên dîwanê hatin hilbijartin.  Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin ku weke Serokê Dîwanê hate hilbijartin û Fehîme Poyraz beşdarên kongreyê silav kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji Rêxistina Îzmîrê Huseyîn Çaglar axivî. Çaglar, got ku ji HEP’ê heta niha her tim hewl dan pêşî li ber têkoşîna wan a aştî, demokrasî û azadiyê bigirin. Çaglar, diyar kir ku tevî her astengiyan jî wan têkoşîna xwe domand.    'DIVÊ STATÛYA KURDAN BÊ NASKIRIN’    Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî ji ewil Denîz Poyraz bi bîr anî. Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêka kurd û wiha got: “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka înkarê ye. Çand û zimanê kurdan heye. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê pirsgirêka xizanî û bêkariyê neyê çareserkirin. Ji bo ku kurd bi zimanê xwe neaxivin û xwedî nasname nebin, zêdetirî 800 milyar dolarên vî welatî hatin xerckirin. Em dixwazin statûya gelê kurd bê naskirin. Heke ev pirsgirêk bê çareserkirin, dê îktîdar nekare xwezayê talan bike û dê vî welatî ne çete lê hiqûq û demokrasî birêve bibe.    BERTEKA LI DIJÎ MHP’Ê: AVADANIYA YEKPEREST JI BO WELÊT GEF E    Zextên li ser ziman û çanda kurdan didome. Konsera NÇM’ê hate betalkirin. Îktîdar û şirîkên wê li ku derê bixwazin û kengî bixwazin konseran didin. Lê kurd nikarin bi zimanê xwe konseran li dar bixin. Ev yek, şerma welêt e. Ji bo vê divê em bêhtir têbikoşin û siyaseta înkarê vala derxînin. Di salên berê de li zanîngehan beşa zimanê çûkan jî vekirin lê zimanê kurdî tune dihesibînin. Her wiha di salên dawî li ser Yilmaz Guney, Ahmet Kaya û Şêx Seîd nîqaşekî dimeşînin. Şirîkê biçûk (MHP) dibêje kurd ji bo welêt gef in. Lê di esasê xwe de yên demokrasiyê tune dihesibînin û avadaniyên yekperest ji bo welêt gef in. Êdî mecbûr in ku statûya kurdan nas bikin. Bi hezaran sala ye em li ser vê xakê hene û dê her hebin.    PIRSGIRÊKA ELEWIYAN   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek da û cemxane di statûya perestgehan de qebûl kir. Heman nêzikatiya li dijî kurdan, li dijî elewiyan jî heye. Heman qeyûmên li kurdan tên tayînkirin, bi destê Wezareta Çand û Turîzmê li elewiyan tayîn dikin. Heta elewî azad dibin dê têkoşîna me bidome.    TECRÎD BANDORÊ LI KARKERAN JÎ DIKE    Ji ber polîtîkaya tecrîdê, Tirkiye roj bi roj xizantir dibe. Di encama polîtîkaya tecrîdê de êdî mafya welêt birêve dibe. Girtiyan ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Tecrîda mutleq, ne qanûnî ye ne jî wijdanî ye. Birêz Ocalan di 2015’an de ji bo komareke demokratîk vîna xwe nîşan da. Polîtîkaya tecrîdê ne tenê li ser birêz Ocalan, bandorê li karkerên Egeyê, li cotkarên Trakyayê jî dike. Em bi daxwazên girtiyan re ne û dê li gel wan têbikoşin.”    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR    Li Îzmîrê texrîbateke ekolojîk heye. Bi zanebûn qadên jiyanê talan dikin. Hewl didin berê gelên li ser vê xakê bidin hev. Di serdema vê îktîdarê de razemeniyek ji bo Îzmîrê nehat kirin. Lewma divê kedkarên îzmîrî û sêrtî û mêrdînî bi hev re têbikoşin. Heta ku em li hemberî qeyûmên Amedê bêdeng bin, dê qeraxên Egeyê jî pêşkeşî alîgirên xwe bikin. Lewma em neçarin bi hev re têbikoşin.    DÊ BANDORA ME BIBÎNIN    Dê hilbijartineke rêveberiyên herêmî ya dîrokî bê lidarxistin. Armanca me ya sereke ya hilbijartinê ew e ku qeyûm bişînin. Piştre jî dê şaredariyên li Kurdistanê di destê AKP’ê de ji wan bistînin. Li rojava em ê bi rêya Lihevkirina Bajar ku kedkar, gel, xizan, elewî, komeleyên herêmî, rêxistinên ked-pîşeyî tê de cih digirin, namzetên xwe diyar bikin. Em ê bi temamiya dînamîkên Îzmîrê re rûnin û namzetên xwe diyar bikin. Deriyê me ji bo derdorên civakî yên li gel nêrîna azadîxwaziya jinê, yên hawirdorê ji rantê re venakin û ji mafên mirovan ên gerdûnî bibawer re vekirî ye. Di hilbijartinên dawî de me nîşan da bê ka bandoreke me ya çawa heye. Bandoreke me ya wisa heye ku ji tirsan çûn bi kesên girêka beraz tên zanîn (HUDA-PAR) re tifaqê çêbikin. Em ê vê bandora xwe careke din nîşan bidin. Em bihêz in û dê bi ser kevin.”   Kongre bi xwendina raporên darayî û fealiyetan dom kir. Di encama hilbijartinan de Zehra Vezan Karabulut û Mehmet Kurîş weke hevserokên nû hatin hilbijartin.