Amed di nava mijê de ma 2023-12-17 11:16:16   AMED - Mija zêde ya li Amedê bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê bajar dike. Ji ber mijê ajokar zehmetiyan dikêşin.    Ji şevê din heta niha li Amedê mijeke zêde heye û ev rewş bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Ji ber mija zêde mesafeya dîtinê heta 20 mîtroyan ket. Avahî di nava mijê de winda bûn û ajokar bi zehmetî pêş dikevin.