Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan 2023-12-17 09:04:10   AMED - Eylem Yavûz ku bi pitika xwe ya 4 mehî re beşdarî Nobeta Edaletê bû, wiha got: "Ev mesele ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka me hemûyan e."   Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ya ku girtiyên siyasî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan destpêkirin, ji 27'ê Mijdarê ve dewam dike. Li gel vê ji bo piştgiriyê jî Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê hat destpêkirin, jî didome. Çalakiyên Nobeta Edaletê ji aliyê welatiyan û nûnerên saziyên sivîl ve tên ziyaretkirin.   Nobeta Edaletê ya ku li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a li navçeya Rezanê hat destpêkirin, dewam dike.   Ji serdêrên Nobeta Edaletê ya Amedê Eylem Yavûz ku bi hevjînê xwe, zaroka xwe ya 8 salî û pitika xwe ya 4 mehî tev li çalakiyê bûye, tekane daxwaza wê ew e ku dengê girtiyan bê bihîstin.    ‘EZ JI BO HER KESÎ HATIM'   Yavûz, diyar kir ku ew ji bo kesên li Nobeta Edaletê bibe deng û nefes tev li Nobeta Edaletê bûye û wiha got: “Dayik li vir in, ez jî wekî dayikekê li vir im. Ez ne tenê ji bo kesên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, ji bo her kesî hatime vir."   Yavûz, anî ziman ku ew bi wê berpirsiyariya rabûne li ber polîtîkayên zext û zilmê di nobedê de ye û got: “Li girtîgehan gelek ferdên malbata me di greva birçîbûnê de ne. Wekî dayikekê ez bi malbata xwe û zarokên xwe re hatim. Polîtîkayên zext û zilmê her tim li ser me tên meşandin. Zext zêdetir bandorê li me jin û dayîkan dikin, divê em dengê xwe bilind bikin û ji ber vê em li vir in. Ez naxwazim zarokên xwe di bin zext û zilmê de mezin bikim. Bila êdî dayikên me êş û azarê nekişînin. Divê ciwanên me bi awayekî ewledartir derkevin kolanan."    ‘EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE HEBIN'   Yavûz ku got “Em nikarin bi zimanê xwe biaxivin û li mala xwe û bajarên xwe bi rehetî bijîn” wiha domand: “Em dixwazin bi zimanê xwe hebin. Gelek tiştên ku em dixwazin bibêjin hene. Em serbilind in, lê em nikarin bi rihetî bimeşin. Em tiştekî zêde daxwaz nakin, em tenê dibêjin ‘em li vir in.’"   ‘CÎHAN DIBÎNE LÊ XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNE'   Yavûz, anî ziman ku hemû pirsgirêkên ku tên jiyîn bi tecrîdê ve girêdayî ne û wiha berdewam kir: “Tiştên li vir diqewimin bi hev ve girêdayî ne. Divê em dengê xwe bilind bikin û bidin bihîstin. Hemû cîhan vê tecrîd, zilm û tundiyê dibîne, lê xwe li nedîtinê daniye. Em nikarin wisa bijîn, pêwîst e her kes dengê me bibihîze. Banga min ji dayik, bav û ciwanan re ye, em bi hev re bibin dengê girtîgehan. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka girtiyan û girtîgehan e, pirsgirêka me hemûyan e."   MA / Şîlan Çîl