Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome 2023-12-16 20:20:59       NAVENDA NÛÇEYAN- Nobedên Edaletê yên li Stenbol, Edene, Mersîn û Wanê didomin. Welatiyan di nobedan de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên cih wê çalakiya wan bidome.   Li Stenbol, Edene, Wan û Mersînê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çarserî’ Nobedên Edeletê yên hatibûn destpêkirin didomin.   STENBOL   Li Nobeta Edeletê ya xizmên girtiyan li STenbolê dabûn detpêkirin li avahiya DEM Partî ya Bagcilarê di roja 4’emîn de berdewam kir.  Welatiyên nobetê digirin ligel stranên dengbêjan dema xwe derbas dikin. Ji bo çalakiya Nobeta Edeletê eleqeyek mezin heye. Hevseroka Komelay Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez di nobetê de axivî û da zanîn ku malbat û dayik sekna xwe ya bi biryar dimeşînin ûgot daxwaza wan eve ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.   WAN   Li Wanê jî Nobeta Edeletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) ya Wanê û xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin di roja 12’emîn de didome.  Rêxistina DEM Partî ya Tuşbayê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê û welatiyên ji Ebexê hatibûn çûn serdana nobeta edeletê.   Ji welatiya Abbas Atsak ya çû serdana nobetê balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û da zanîn ku daxwaza wan şikandina tecrîdê ye û got divê her kes bi vê wesîleyê tevli çalakiyê bibin.   Dayika girtî Botan Tîmûr yê li girtîgeh aTîpa F dimîne jî, Aslihan Tîmur jî axivî û ji bo kesên hatine serdana wan spas kir û got heta dijhiqûqî bidomin wê  çalakiya wan bidome.   EDENE   Nobeta Edeletê ya li TUHAY-DER’ê bi tevibûna Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan di roja 13’an de berdeawm dike. Dayika Aştiyê Refîka Akin ku tevli Nobeta Edeletê bû, diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û divê hemû gel rabe ser piyan. Refîkayê da zanîn ku daxwaza wan eve ku tecrîda li ser Abdullah Oclan bê şikandin û dawî li dijhiqûqiyê bê anîn.   MÊRSÎN   Nobeta Edeletê ya ku Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Çukurovayê (TUAY-DER) dabû destpêkirin di roja 13’emîn de berdeawm kir. Di serî de dayikên Aştiyê, parlametnerê DEM Partî yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM Partî û nûnerên saziyên civaka sivîl tevli bûn.