Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest 2023-12-16 15:31:45   STENBOL - Di danişîna doza xebatkarê kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Dişarî de dozger xwest cezayê hefsê lê were birîn.    Xebatkarê kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Dişarî dema di 25’ê îlona 2022’yan de li Tekîrdagê kovar belav dikir hate binçavkirin û girtin. 4’emîn danişîna doza Dişarî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê hate lidarxistin. Dişarî, bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” û “fînansmaniya rêxistinê” tê darizandin. Dişarî çendek meh berê jî tehliye bûbû. Dişarî tev li danişînê nebû û parêzerê wî jî hincet nîşan da û tev li nebû.    Di danişînê de dozger mutalaa da û xwest Dişarî ji îdiaya “Fînansmaniya rêxistinê” were cezkirin.    Şandeya dadgehê ji bo parastina Dişarî û parêzerên wî, danişîna dozê taloqî 22’yê kanûna 2023’yan kir.