Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir 2023-12-16 11:39:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartina taybet a ji bo encûmenên bajaran a Iraqê hêzên ewlekariyê û koçberên navxweyî deng didin, dest pê kir.    Hilbijartina taybet a ji bo encûmenên bajaran a Iraqê îro serê sibehê saet di 07:00’an de dest pê kir. Bi giştî mafê milyonek û 2 hezar û 393 endamên hêzên ewlekariyê heye ku divê hilbijartina taybet de dengên xwe bidin.    Li gorî daneyên komîsyona hilbijartinê ya Iraqê ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê mafê 15 milyon û 108 hezar û 135 welatiyan heye ku dengên xwe bidin.    Li Kerkûkê bi taybet milyonek û 153 hezar û 400 dengdêr hene û ji bo bidestxistina 15 kursiyên encûmenên bajarê Kerkûkê diçin ser sindoqan. Li Kerkûkê 11 lîste û hevpeyman hene û kurd jî bi yek lîsteyê neketin hilbijartinê. Li Kerkûkê 245 namzet ku ji vê hejmarê 17 jê jin in, ji bo piraniya dengan ketine nava pêşbirkê. Tê payîn ku dengdana taybet heya saet 18:00’an dewam bike.    HILBIJARTINA GIŞTΠ   Her wiha dengdana giştî jî dê di 18’ê mehê de saet di 07:00’an de dest pê bike û heya 18:00’an dewam bike. Tê payîn ku piştî wê, di nava 24 saetan de encam werin ragihandin.