Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast 2023-12-15 16:11:40   ŞIRNEX - Di doza “tacîza zayendî ya li dijî 43 xwendekaran” de ku cîgirê midûr Burak Ercan bi sûcê “îstîsmara zayendî” tê darizandin de, parêzeran serlêdana temyîzê kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind têkildarî dozê nêrîna xwe parve kir û îdia kir ku “sûcê îstîsmara zayendî” çênebûye.    1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê di 11’ê adara 2022’yan de ji ber sûcên “tacîza zayendî” ya li dijî 43 xwendekaran hatiye kirin, 22 meh û 15 roj cezayê hefsê dabû cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Navendê ya Cizîr a Şirnexê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan. Dadgehê ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” jî biryara beraetê da.    Parêzerên Ercan û zarokên mexdûr li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê dan. 7’emîn Daîreya Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê jî îtîrazên her du aliyan red kir û di 13’ê çileya 2023’yan de biryar erê kir.    SERDOZGERIYA KOMARÊ YA DADGEHA BILIND NÊRÎNA XWE PARVE KIR    Piştî biryara Dadgeha Îstînafê, parêzerên zarokan serî li 9’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind dan. Parêzeran xwestin ku faîl Burak Ercan ji sûcê “îstîsmara zayendî” were darizandin. Serdozgeriyê jî nêrîna xwe parve kir û xwest ku biryar were erêkirin û îtîraz bê redkirin. Di biryara xwe de serdozgeriyê îdia kir ku di bûyerê de sûcê “îstîsmara zayendî” tune ye.    Tê payîn ku Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind di rojên pêş de têkildarî dosyayê biryara xwe ya dawî bide.