Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e 2023-12-15 10:39:37   RIHA - Girtî Baran Eman ê di çalakiya greva birçîbûnê de wiha got: “Yekane kesê bikare şer, qirkirin, pişaftin û înkarê bide sekinandin birêz Abdullah Ocalan e.”   Baran Eman (24) ê di serdema qedexeya derketina kolanan a di 14’ê adara 2016’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de hate girtin û 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn tev li çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” ya tê domandin de bû. Girtî Eman ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê tê ragirtin, di çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an de 135 roj, di sala 2020’an de jî bi heman daxwazan 127 rojan ketibû çalakiya greva birçîbûnê.    ‘DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’    Eman ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî têkildarî çalakiya xwe ev tişt gotin: “Em li dijî tecrîd û izolasyona li ser Serokatî bi daxwaza ‘Ji Serokatiyê re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ketin çalakiya greva birçîbûnê. Ez jî weke kurdekî li ku bim bila bibim, di kîjan şert û mercan dê bên girtin bila werim girtin, ez neçarim ku berpirsyartiya xwe bi cih bînim. Li dijî we gelê hêja ev berpirsyartiya min e. Daxwaza me ya ji we jî ew e ku hûn dengê me ji hemû cîhanê re ragihînin. Derketina li dijî şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê berpirsyartî û peywîra her mirovî ye. Her roj bi balafiran bombe tên barandin, nirxên mirovahiyê ser û bin dibin. Erdnîgariya me ya xweşik tê texrîbkirin û divê mirov li dijî van hemûyan bêdeng nemîne.”   Eman ê ji hemû beşên ku mafên mirovan diparêzin re banga “piştevaniyê” kir, wiha got: “Teqez tişteke ku herkes di vê pêvajoyê de bike heye. Her kes xwedî tiştekî ye ku tevkariyê li pêvajoyê bike. Yekane kesê ku dikare şer, qirkirin, asîmîlasyon û înkarê bisekinîne; Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê tê ragirtin e.”