Rêxistinên hiqûqê û mafan ên Îzmîrê: Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin 2023-12-15 09:21:10 ÎZMÎR - Rêxistinên maf û hiqûqî yên Îzmîrê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ji aliyê girtiyan ve hatine destpêkirin û gotin, divê Girtîgeha Îmraliyê ji bo aştiyê bê girtin.   Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya girtiyan didome. Nûnerên saziyên maf û hiqûqê yên li Îzmîrê diyar kirin ku divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    ÎHD: DIVÊ ÎMRALÎ BÊ GIRTIN   Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Nehîr Bîleceyê diyar kir ku tecrîd bûye polîtîkaya desthilatdariya siyasî û hiqûq wekî amûra zextê tê bikaranîn. Bîleceyê got: "Bi destpêkirina greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê re, tecrîda li ser girtiyan hîn girantir bûye. Niha li girtîgehan pêkanînên keyfî tên meşandin. Nahêlin Abdullah Ocalan û girtiyên bi wî re bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Bi vî awayî 34 meh in civak û malbatan tên îzolekirin. Ji bo aştiyeke birûmet di serî de Girtîgeha Îmraliyê ye divê girtîgehên tîpa F'yê bên girtin. Ji ber ku tecrîd ne tenê li girtîgehan, li hemû qadên jiyanê xwe dide der."    THÎV: DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ PEYMANAN TEVBIGERE   Sekreterê Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî diyar kir ku tecrîd û pêkanînên îzolasyonê yên ku zerarê didin ên fizîk û derûniya gırtıyan, weki pirsgirêkeke kronîk berdewam dikın. Ustercî anî ziman ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke taybet tê pökanin û bi bîr xist ku ev yek di raporên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) de jî cih girtiye.   Ustercî her wiha destnîşan kir ku pêşniyazên di raporên CPT’yê de yên piştî ziyaretên 2017-2019’an ên li Girtîgeha Îmraliyê hatın amadekırın cih girtine esas nehatine girtin û got: “CPT’ê di Îlona 2022’yan de careke din serdaneke Ad-Hoc li Îmraliyê kir. Lê rapora xwe ya piştî serdanê amade kir, bi raya giştî re parve nekir. Di encamê de divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye tevbigere û bi lezgînî pêwîstiyên di pêşniyazên CPT'yê de bi cih bîne û pirsgirêka tecrîdê ya li hemû girtîgehan bi awayekî mirovane çareser bike."   OHD: DIVÊ EM BIBIN DENGÊ GIRTIYAN   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Şukran Ozturkê jî anî ziman ku ji ber nebûna têkiliyeke bêdem û tecrîda li ser Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ozturkê bilêv kir ku tişta li girtîgehan diqewime sîstemeke tecrîdê ye ku li gorî hiqûq, mafên mirovan û pîvanên navneteweyî tevnagere û got: "Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd û dostên wan e. Ev pirsgirêk pirsgirêka tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Wekî OHD em xebatên xwe yên ji bo bidawîkirina van pêkanînên dijhiqûqî didomînin. Dê xebatên me yên cihêreng bidomin. Lewma em bang li civakê dikin ku bibin dengê girtiyan. Ji ber ku hemû saziyên desthilatdariya siyasî, daraz jî di nav de van pêkanînan li gorî feraseta xwe ya siyasî bi kar tînin."   'BILA DEWLET LI GOR QANÛNÊ TEVBIGERE'   Alîkarê Serokatiya Giştî ya Însiyatîfa Mafan Arîf Koçer jî anî ziman ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan hene û bal kişand ser nedermankirina girtiyên nexweş. Koçer bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan ü bi bîr xist ku di îçtîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tecrîd wekî "muameleyeke rûmetşikêner" tê dîtin û got: "Hûn nikarin azadiya kesekî asteng bikin. Hûn mecbûr in wî di qadeke hinekî sînordarkirî de bigirin. Lê ragirtina di hucreyeke yekkesî û asengkirina hevdîtinê îşkenceyeke rûmetşikêner e. Divê Tirkiye careke din vegere dewleteke hiqûqê. Ger li gor qanûnên xwe tevnegere ne pêkan e mirov ji civakê hêvî bike ku li gor qanûnê tevbigere. Demildest divê hiqûq navneteweyî esas bê girtin û em civakeke bi vî rengî hêvî dikin."    MA / Delal Akyuz