ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-15 09:00:02   * Hevserokê CRED’ê Fabio Marcellî, diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq hatiye binpêkirin û wiha got: “Divê CPT’ê bi helwesteke bibîryar têkildarî rewşa Ocalan daxuyaniyekê bide.”   * Kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan li Goristana Karapinarê ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan lê hatine veşartin, tên rijandin. Ji mexdûrên erdhejê Alîcan Yilmaz bertek nîşanî vê da û got ku dema ew wan kavilan dibînin roja erdhejê tê bîra wan.    * Birayê Necla Yildiz a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de ye, Kamber Yildiz, diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkeve û got: "Divê gel li cem girtiyan be û li her derê bertek nîşan bide."   * Serokê Şaxa ÎMO'yê Mihaîl Atîk diyar kir ku qeraxa Gola Wanê bi malzemeyên tijekirinê hatiye tijekirin û bal kişand ser wê yekê ku avahiyeke qaçax tê çêkirin. Atîk got ku dê gilî bikin.    * Kemal Yildirim diyar kir ku ji bo çand û muzîka kurdî bi awayekî akadeîk pêş bikeve Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo vekiriye û ji bo qeydên beşên li dibistanê bang kir.    * Rêxistinên mafan û hiqûqên yên li Îzmîrê bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî hatine destpêkirin û gotin ku ji bo aştiyê divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin.   * Parazerê rojnameger Silêman Ehmed ê ku 52 roj in agahî jê nayê standin, da zanîn ku asayîşa PDK’ê sûc dike û got: "Gumanên me hene. Tevî hemû serlêdanên me jî, nahêlin hevdîtinê pê re bikin. Ev tişta ku tê kirin sûc e.”   * “Dîroka” restorasyona avahiyên tescîlkirî yên li taxên Sûrê ku di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibûn hilweşandin bi dawî bûye lê hêj jî didome. Ji xwediyên milk Sedat Aydin ku ji bo Sûrê dibêje “nasnameya min e”, ev 8 sal in ji bo mala xwe têdikoşe.    * Delegasyona Jinan a Navneteweyî, têkildarî serdanên xwe yên li gelek bajaran wê li Şaxa OHD'ê ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (10.00) ZINDÎ   * Danişîna 45’emîn a Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê li Navenda Giştî ya Partiyê bicive. (10.30)   * Nobetên Edaletê yên li Amed, Wan, Edene, Stenbol û Mêrsînê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-17.00)   * Komîsyona DEM Partiyê ya Enqereyê dê têkildarî hilbijartinên herêmî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Çalakiya Karkerên Ozak Tekstîlê ya dest ji kar berdanê di roja 19’emîn de berdewam dike. (13.00)   * Danişîna doza derbarê Mehmet Samûr û Sitki Kûrtoglû yên li navçeya Pirsûsê bi lêdanê hatin girtin, dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. (13.00)