Li Trabzonê êrişî karkerên ku bi kurdî axivîn kirin 2023-12-14 21:36:10       TRABZON - Karkerên kurd ên înşaetê yên li Balafirgeha Trabzonê dixebitin, dema ku di nava xwe de bi kurdî diaxivîn rastî êrişa peywirdarên ewlehiyê û karkerên din ên înşaetê hatin.   Karkerên kurd ên înşaetê yên li Balafirgeha Trabzonê ya li navçeya navendî Ortahîsarê dixebitin, ji ber ku di nava xwe de bi kurdî diaxivîn rastî êrişa ewlehiya înşaetê û xebatkarên din hatin. Karkerên înşaetê yên ji Agirî û Wanê danê sibehê beriya ku dest bi kar bikin, ew û peywirdarên ewlehiykê yên hatin cem wan ketin qirika hev. Karkerên rastî êrişê hatin û peywirdarên ewlehiyê giliyê hev kirin.    Ji karkeran Bîlal Aktekîn wiha vegot: “Dema hevalên me yên Wanê li ber kafeteryaya înşaetê çay vedixwarin, di nav xwe de bi kurdî axivîn. Di vê navberê de peywirdarên ewlehiyê hatin cem wan û ji wan re gotin, 'Bi kurdî nepeyivin.' Ji ber ku hevalên me gotin 'Her kes zimanê xwe yê zikmakî bi kar tîne, em jî bi kar tînin' nîqaş zêde bû. Bi tevlêbûna kesên ji derdorê nêzî 20 kesan êrişî 4 kesan kir. Dema ku me bûyer bihîst, em ji qawîşê derketin û ji bo pêşî li ber şer bigirin, em çûn cihê bûyerê. Piştre jî polîsên tevgera taybet ên li balafirgehê jî di nav de polîs hatin, ew ji hev kirin û hevalên me birin qereqolê. Hevalên me yên ku çûn nexweşxaneyê rapor wergirtin û giliyê peywirdaran kirin."    Aktekîn destnîşan kir ku di vê bûyerê de tişta ku wan aciz kiriye ew e ku nikarin bi zimanê xwe biaxivin û got: "Pirsgirêka me ew e ku em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Li vî welatî her kes bi serbestî bi zimanê xwe diaxive, çima em nikarin biaxivin. Karkerên kurd ji sibê heta êvarê li vir dixebitin, ji bo debara xwe. Em jî dixwazin bi serbestî bi zimanê biaxivin."