Cenazeyê Yilmaz piştî 2 salan radestî malbatê hat kirin 2023-12-14 19:04:11   MELETÎ - Cenazeyê Mahsûm Yilmaz (Tolhildan Hîzan) ê HPG'î ku 2 sal berê li Xerzanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatê hat kirin.    Cenazeyê endamê HPG'ê Mahsum Yilmaz (Tolhildan Hîzan) ê ku di 23'yê Mijdara 2021'ê de li Xerzanê di pevçûnekê de tevî Şoreş Ronî û Serhildan Garzan jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Piştî encamên DNA'yê li hev derketin, nêzî salek beriya niha malbat ji navçeya Xîzan a Bedlîsê hat Meletiyê. Malbat ji bo cenaze wergire li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê kar û barên pêwîst temam kir, piştre çûn goristana bêkesan a Meletiyê û li bendê bû ku cenaze ji cihê lê hatiye definkirin were derxistin. Lê karê kolandina gorê saet di 17.00'an de dest pê kir û piştî kolandinê cenaze radestî malbatê hat kirin.   Malbatê cenaze wergirt û ber bi navçeya Xîzanê ya Bedlîsê ve bi rê ket. Cenaze wê li gundê Gayda yê navçeyê bê definkirin.