Parlamenterê AKP'î birayê xwe kir midûrê nexweşxaneyê! 2023-12-14 17:14:32       SEMSÛR – Birayê Parlamenterê AKP'ê yê Semsûrê Resûl Kurt Alî Murtaza Kurt, wekî midûrê Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Semsûrê ku lê dixebite peyman îmze kir. Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin bertek nîşanî tayînkirinê da.   Birayê Resûl Kurt ê ku di Hilbijartina Giştî ya 2023'an de li Semsûrê ji AKP'ê hatibû hilbijartin, Alî Murtaza Kurt, îro weke midûrê Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Semsûrê ku lê dixebite peyman îmze kir. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin ê ku têkildarî mijarê çû nexweşxaneyê, li ber nexweşxaneyê daxuyaniyek da û bertek nîşanî tayînkirinê da.   Aydin anî ziman ku divê tayînkirin li gor liyakatê bê kirin û ev tişt gotin: “Em li her derê diyar dikin ku ne exlaqî ye ku parlamenter û siyasetmedar xizmên xwe ji bo serokatiya saziyan tayîn bikin. Em îro di vê saziyê de rastî rewşeke wiha hatin. Çalakiya ewil a Resûl Kurt a li Semsûrê ew bû ku birayê xwe weke rêveberê Navenda Tenduristiya Dev û Diranan wezîfedar kir. Divê tayinkirin li gor liyakatê bên kirin. Em nizanin liyakata birayê wî çi ne, lê em rast nabînin ku siyasetmedarek birayê xwe wek rêveberê saziyekê destnîşan bike."