Hatîmogûllari û Bayindir li Cizîrê çûn serdana esnafan 2023-12-14 16:27:50   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê û şandeya pê re li Cizîrê çûn serdana esnafan.    Şandeya ji Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, berdevka Partiya DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatiyan pêk dihat, li Cizîr a Şirnexê çû serdana esnafan.    BI COŞ HATIN PÊŞWAZÎKIRIN   Şandeyê esnafên li Kolana Gal, Orhan Dogan û ser rêya Hezexê bi girseyî ziyaret kirin. Şande ji aliyê welatiyên Cizîrê vê bi coş û tililiyan hate pêşwazîkirin. Di ziyaretê de esnafan der barê aloziya aborî ya heyî gazin û giliyên xwe anîn ziman. Gelek esnafan jî di sihbeta xwe ya bi Hatîmogîllariyê de daxwaza yekitiya kurd û Kurdistanê kirin. Di serdanê de esnafekî jî cemedaniyê kurdî diyarî hevserokan kir û navê partiya nû li wan pîroz kir.    Serdana esnafan bi çepik û tililiyan bi dawî bû.