Meclisê ji ber mirina Bîtmez navber da hevdîtinên bûdçeyê 2023-12-14 16:15:32   ENQERE - Ji ber mirina Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez, Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê.    Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez di hevdîtinên bûdçeyê yên li Meclisê de krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji ber mirina Bîtmez, Meclisê xwest heta 24’ê kanûnê navberê bidin hevdîtinên bûdçeyê yên li Lijneya Giştî tên kirin.    Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder û Meclisa Şêwirmendiyê ya Meclisê ev daxwaz kir. Daxwaz, bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Dê Meclis saet di 16.00’an de ji bo Bîtmez merasîma cenazeyê li dar bixe.    Bîtmez dê sibe li Stenbolê bê definkirin.