Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin 2023-12-14 15:49:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran tên meşandin de peyama “Heya Abdullah Ocalan azad nebe dê çalakî dom bike” hate dayîn.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin ev 33 meh in tu agahî nayên girtin. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî" de li girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê û li derve jî Nobetên Elaletê hatin destpêkirin û didomin. Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan û Stenbolê didome de îro jî berdewam kirin.     MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya Mersînê li avahiyê TUAY-DER a Çukurovayê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl, berdewam dike. Di 11’emîn roja nobetê de Gulê Kanpolat axivî û got: “Ev 11 roj in em di vê dîwanê de rûdinin. Ez dixwazim tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyan were rakirin. Heya ku Rêber Apo azad dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Heke Rêber Apo Azad nebe em jî azad nîn in.”    EDENE   Nobeta Edaletê ya li avahiyê AATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayika Aştiyê Bezo Orûç destnîşan kir ku divê hemû derdor li çalakiya wan xwedî derbikevin û got: “Em azadiya hemû girtyan dixwazin. Em dixwazin tecrîda li ser Serokatiya me were rakirin û azad bibe. Girtiyên di girtîgehan de ji bo azadiya Rêbertiya me di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em jî ji bo wan li vir di nobetê de ne.”   WAN   Li Wanê jî bi pêşengtiya TUHAY-DER'ê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 10’emîn de berdewam kir. Şêniyên ji taxên Selîmbey û Yali û rêveberên Çev-Der a Wanê tev li çalakiya Nobeta Edaletê bûn. Munîfe Kaçak a hatiye serdanê axivî û got: “Em dixwazin tecrîd were rakirin û azadî were. Ji îro şûnde bila tu dayîk negirîn. Bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de werin qebûlkirin.”   Serokê ÇEV-DER ê Wanê Alî Kalçik jî wiha axivî: “Ez dayikên Aştiyê yên ku vê têkoşîna birûmet didin meşandin silav dikim. Ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan ê ji bo gelê kurd jêveneger û ji bo azadiya hevalên me yên di girtîgan de, ev çalakî gelek girîng in.”   AMED   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Amedê li avahiyê rêxistina DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin berdewam dike. Li eywana nobetê pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng” hate daliqandin. Çalakgeran pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sûltan Yaray û gelek kes hatin serdana çalakgeran. Kesên tev li Nobeta Edaletê bûne, xwestin tecrîd were rakirin. Çalakgeran bi gotina stranan çalakiya xwe domandin.