Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn 2023-12-14 14:31:39   EDENE - Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ji ber “danûstandina nîşeyê” 11 roj cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn.    Bi hinceta nîşeyên ji hevdu re şandine, li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê li 10 girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hate birîn. Girtiyan ji malbatên xwe re gotin ku li her yek ji wan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn û ev agahî parve kirin: “Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in. Dema girtî diçin nexweşxaneyê lêgerîna nava dev lê ferz dikin. Her wiha sewqên wan ên nexweşxaneyan dereng tên kirin. Derman jî di dema xwe de nayên dayîn. Her tim bi kamerayan dişopînin. Li odeyan lêgerînên keyfî tên kirin. Di dema lêgerînan de heqaret li girtiyan tên kirin.”    Derheqê girtiyê bi navê Mehmet Emîn Ado ku li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin de jî ji ber nameyê 11 roj cezayê hucreyê hate birîn.