Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl 2023-12-14 14:01:10   SEMSÛR - Komeleya Rêvebirina Karesatê û Piştevaniyê ji bo rêxistinên civaka sivîl ên ji bo jin û zarokan xebatan dimeşîn konteynir tehsîs kiribû. Polîsan, dest danîn ser konteyniran.    Komeleya Rêvebirina Karesatê û Piştevaniyê (DMS) ji bo rêxistinên civaka sivîl ên li Semsûrê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re xebatan dikin, konteynir veqetandibû. Polîsan û AFAD’ê bi hinceta “giliyê xwediyê milk heye” dest danîn ser konteyniran.    Komeleya Ziman û Çandê ya Feratê (Ferat-Der), Komeleya Jinan a Rozayê û Komeleya Zarokan a Rengareng ji bo zarok û jinên bûne mexdûrê erdhejê xebat dimeşandin û konteynirên wan bi wesayîtên AFAD’ê hatin rakirin û birin qada AFAD’ê ya li Semsûrê.     RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL BERTEK NÎŞANDAN    Bi hatina polîs û komên AFAD’ê re rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li qadê bertek nîşan dan.    Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun da zanîn ku di dema erdhejê de li qada behsa mijarê pêdiviya xwarinê ya bi hezaran mexdûrên erdhejê pêşwazî dikirin û wiha got: “Li cihê ku dewlet nediçûyê van komeleyan xizmet ji gel re kir. Niha jî tevî peymana kirêyê jî qada aydê komeleyê bi awayeke derhiqûqî tê valakirin. Em vê bêhiqûqtiyê qebûl nakin.”    'EM JI BO JINAN LI VIR IN’    Ji Komeleya Jinan a Rosayê parêzer Berfîn Polat jî bertek nîşanî biryarê da û ev tişt anî ziman: “Bi erdhejê re me li Semsûrê bi awayeke koordîneyî xebat meşandin. Xebatên me hêj didomin. Li qada ku niha desteser kirine konteynirên me henen. Em ji bo xebatên psîko-sosyal li vir in. Heke ev qad were valakirin jî dê xebatên me yên li herêma erdhejê bidomin.”    Polîsan nehiştin nûnerên partî û saziyan bikevin qadê û hat gotin ku dê konteyniran veguhêzin qada AFAD’ê.