Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin 2023-12-14 11:33:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di encama lihevkirina veşarî ya di navbera Tirkiye, Qeter û Hamasê de malbatên bi sedan Hamasiyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji hêla dewlet tirk û komên paramîlîter ve hatine dagirkirin hatin kirin.    Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji hêla dewleta tirk û komên paramîlîter ve hatine dagirkirin, li gel sûcên li dijî mirovahiyê her wiha planên guherandina demografyayê jî didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; bi hezaran malbatên Hamasî yên li Xezeyê li bajarên Efrîn, Cerablus û Babê tên bicihkirin. Hat destnîşankirin ku ji 20’ê cotmehê ve li kampên li Efrîn û Babê hatine avakirin bi hezaran Hamasî hatin bicihkirin. Endam û malbatên Hamasê yên ji Xezeyê tên derxistin, derbasî Kîlîs û Dîlokê tên kirin û ji wir jî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin.    PEYMANA TIRKIYE, QETER Û HAMASÊ    Hat ragihandin ku li gorî peymana di navbera Tirkiye, Qeter û Hamasê de; dê 250 hezar kes ji Xezeyê bên derxistin û li bajarên bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên Qibrisê yên di bin serweriya dewleta tirk de bên bicihkirin.    Têkildarî Hamasiyên anîne herêmê ev agahî hatin parvekirin:    * Li gundê Celemê yê Cindirês a Efrînê di bin kontrola MÎT’ê de kampek hate avakirin û di kampê de zêdetirî 4 hezar kon û avahî hatin avakirin. Çêkirina kampê didome û ji 3 beşan pêk tê. Kampa behsa xeberê ji hêla koma paramîlîter a Feyleq El Şamê ya girêdayî MÎT’ê ve tê birêvebirin.    * Di 17’ê mijdarê de piranî jê malbatên Hamasî, zêdetirî 75 malbatên li Idlib û bakurê Helebê li kampên li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê hatin bicihkirin ku di bin kontrola koma paramîlîter a El Emşatê de ye. Malbatên Hamasî li van konan hatin bicihkirin.    * Di 19’ê cotmehê di destpêka şerê Hamas-Îsraîlê de Tirkiye, Quweyt, Qeter û Birayên Misilman bi Hamasê re koordîneyî bi dehan malbat ji Xezeyê derbasî navçeya Cindirês a Efrînê kirin. 75 malbatên Hamasî bi wesayîtên zirxî derbasî Kampa Dêr Belût a Cindirêsê hatin kirin. Her wiha ser re 150 kon jî li kampê hatin vegirtin.    * Di dawiya mijdarê de jî li Babê kon hatin vegirtin û zêdetirî 150 malbatên endamên Hamasê lê hatin bicihkirin.    Di nûçeyê de hat gotin ku kampên behsa xeberê ji hêla Beyaz Eller a girêdayî MÎT’ê, Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH), El Eyssh el Kerama (Komeleya Jiyana Birûmet) a ku weke navenda wê Filistîn xuya dike lê ji hêla MOSSAD’ê ve tê birêvebirin ve tên fînansekirin.