Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin 2023-12-14 11:23:27   AMED - Di erdhejê de xesareke mezin gihiştibû gelek avahiyên li navçeya Sûrê û ev avahî bi xwe re talûkeyeke mezin tînin. Ji ber ku avahiyên bixesar ên li cem dibistanan nehatine hilweşandin, malbatên xwendekaran bibertek in.    Yek ji bajarên ku di erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê de bandoreke mezin lê bûyî jî Amed e. Ji ber ku karûbarê hilweşandina avahiyên bixesar hêdî dimeşe, ev avahî bi xwe re talûkeyeke mezin tînin. Avahiyeke 5 qat a li Kolana Palu ya Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê jî di erdhejê de xesareke mezin lê bû. Bi ser re 10 meh derbas bûn lê hêj jî avahî nehatiye hilweşandin û tu tevdîr nehatine girtin.    Li kêleka avahiya behsa xeberê jî dibistana seretayî heye. Ji ber ku avahiya li Kolana Yalikonakê ji ber xwe ve hilweşiya, malbatên xwendekaran di nava fikaran de ne. Malbatên ku zarokên wan li Dibistana Seretayî ya Îskenderpaşayê dixwînin, çûn dibistanê û xwestin ku tavilê çareseriyek bê peydakirin.    ‘XETERE LI SER ME HEYE’   Aynûr Aytekîn diyar ku her kesê ji kolanê re derbas dibe di bin xetereyê de ye û wiha got: “Nêzî saleke zarokê min diçe vê dibistanê û avahiya li rex wan xesareke mezin gihiştiyê. Ev 10 meh in ji bo hilweşandina wê tu tiştek nehatiye kirin. Em dixwazin tavilê bê hilweşandin. Çendek berê avahiyeke hatiye hilweşandin ji ber xwe ve hilweşiya. Dibe ku wisa bi vê jî bibe. Dibe ku ji nişka ve avahî hilweşe û zarokên me di bi xetereyê de ne. Li Sûrê gelek avahî di vê rewşê de ne.”    ‘BILa ÇARESERIYEK BÊ PEYDAKIRIN’    Tenzîle Gîrîşen jî xwest ku demildest çareseriyek bê peydakirin. Gîrîşen, da zanîn ku ew gelek ditirsin û wiha domand: “Em her tim ji wê kolanê re derbas dibin. Ji ber ku ji bo çûna dibistanê tu rêyên din nînin. Dema zarokê xwe dibim dibistanê ditirsim. Li vir dijîm lewma nikarim zarokê xwe bişînim dibistaneke din.”    ‘MEB’Ê BERSIV NEDA DAXWAZA ME’    Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê Ekîm Faruk Ercan da zanîn ku li ser rêgeha Dibistana Îskenderpaşayê 3 avahî dê bên hilweşandin û wiha got: “Li gor agahiyên ber dest dê avahî di betlaneyê de bên hilweşandin. Lê niha xetere ne. Dibe ku di kêliyê de hilweşin. Têkildarî mijarê me ji Midûriyeta MEB’ê randevû xwest lê hêj bersiv nedane. Ev avahî hem ji bo zarokan hem jî ji bo gel xetere ne. Divê ev avahî bêyî ku perwerde were astengkirin tavilê bên hilweşandin. Dikarin di dawiya hefteyekê de jî hilweşînin. Ev jî çareseriyeke.”    MA / Şîlan Çîl