Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir 2023-12-14 10:31:09   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hin tesîs û neguhêzbarên şaredariyê ku bi xerckirina milyonan pereyan çêkiribû, dewrî xizînê û saziyên girêdayî walîtiyê kir.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Tuncay Akkoyun, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin, lez da hewldanên dewrkirina neguhêzbarên şaredariyê. Meclisa şaredariyê ya qeyûm ava kiriye, der barê dewrkirina neguhêzbaran, biryareke nû da. Li gorî biryarê; hin tesîs û neguhêzbarên şaredariyê dewrî wezaret û saziyên girêdayî walîtiyê hatin kirin.    TESÎS DAN XIZÎNEYÊ   Di serdema qeyûm Mûstafa Yaman de li Taxa Komar a navçeya Artukluyê Baxçeyê Milet çêkiribû. Di dema çêkirina vê baxçeyê de bi milyonan lîre hatibûn xerckirin û nelirêtiyeke mezin hatibû kirin. Ev baxçeyê behsa xeberê jî dewrî xizîneyê hate kirin. Di nava Baxçeyê Milet de eywana dawetê, sehayên listinê, qadên seyranê, werzîş û gelek tesîs hene.    NEGUHÊZBARA ŞAREDARIYÊ DAN WALÎTIYÊ   Rêveberiya qeyûm ji zeviya 2 hezar 236,41 metrekare ya li ser adaya hejmar 3 ya li taxa Diyarbakirkapi ya navçeya Artûklûyê jî got "pêdivî pê nîne" bêpere dewrî Serokatiya Şopandina Razemeniyê û Koordînasyonê (YÎKOB) ya Walîtiya Mêrdînê kir.    PROJEYA ŞAREDARIYÊ YA ŞITILAN   Rêveberiyên qeyûm ên ji ber projeya "Em bi xwe şitlên xwe mezin dikin" didan û rêveberiya qeyûm a niha temamiya karûbarên Projeya Hilberîna Şitlan dewrî Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Mêrdînê kir.    MA / Ahmet Kanbal