Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin 2023-12-14 09:00:35 ŞIRNEX- Dayikên girtiyan bang li her kesî kirin ku bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û gotin: "Daxwazên wan daxwazên me ne. Heke birêz Ocalan nebe em jî tune ne."  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, zêdetirî 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ev yek bi xwe re dibe cihê fikaran. Nerazîbûna li dijî girankirina tecrîda li ser Îmraliyê jî her ku diçe zêde dibe. Li dijî tecrîtê girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî” dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li gel destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê li Amed, Wan û Mersînê jî bi pêşengiya TUHAD-DER'ê malbatan dest bi Nobeda Edeletê kirin. Malbatên girtiyan ê li Botanê diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û bang li her kesî kirin ku erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin.    'DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN'   Dayika girtiyê bi navê Mustafa Acet ê ku di Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê de tê ragirtin, Taybet Acetê diyar kir ku li dijî tecrîdê helwestnişandan erka her kurdekî aşitixwaz e û wiha axivî: "Em dixwazin ku ev tecrîda li ser girtîgehan rabe. Bila êdî bes zarokên me tecrîd bikin. Êdî bes e. Em dayik hemû dilşewitî ne. Bila êdî bes vê zilmê li me bikin. Ne edelet, ne wijdan û ne jî îman heye. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizîn. Zarokên me hemû nexweş in, nayên tedawîkirin. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em jî li pey doza wan û daxwaza wan in. Em heta dawiyê li cem wan in. Heta edelet neyê em ê ji doza xwe venegerin. Heke me yên ji derve erka ketiya ser milê me pêk bianiya, îro li girtîgehan ev çalakî dest pê nedikir. Kes tiştekî nake. Jixwe şert û mercên girtîgehê giran in, lê ew dîsa jî bi wê berpirsyariyê tevdigerin. Divê em jî berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê her kes rabe ser pêyan û piştgiriyê bide vê çalakiyê."    'DIVÊ EM LI BER GIRTÎGEHAN ÇALAKIYAN BIKIN'   Dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ya Bedlîsê de tê ragirtin Nebahat Îşçiyê jî nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û got ku girtiyên siyasî ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe didin û wiha got: "Ez jî girtiyên ku îro di zindanan de li ber xwe didin silav dikim û çalakiya wan pîroz dikim. Îro mifteya aştî û azadiyê li Îmraliyê ye. Heke îro serokatî derkeve dê çareseriyek bê cîhanê. Ev çend sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ne malbata wî dikare biçe hevdîtinê pê re bike û ne jî parêzer dikarin biçin pê re hevdîtin bikin. Ez vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikim. Divê êdî birêz Ocalan jî wekî serokên hemû gelên cîhanê azad bibe. Em jî wekî her gelekî dixwazin ku serokê me di nava me de be. Îro di girtîgehan de zarokên me hemû nexweş in. Yên ji çavê xwe, lingê xwe, destê xwe nexweş hene. Ew li dijî van pêkanînên dijmirovahiyê ketine greva birçîbûnê. Em jî vê zilm û zordariyê qebûl nakin. Divê em hemû destê xwe bidin destê hev du, em rabin ser piyan û dinya hemû dengê me bibihîze. Ev tecrîda li ser birêz Ocalan û zarokên me bişikînin. Kesên xwedî wijdan, xwedî îman divê xwedî li vê çalakiyê derkeve. Heke pêwîst bike divê em biçin ber deriyê girtîgehan çalakiyan li dar bixin. Divê em qîr û hawara xwe bigihînin dinyayê, êdî bes e. Divê em hemû bi yekdengî daxwazên wan biqîrin."   'HETA KU TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê LI SER PIYAN BIN'   Dayika girtiyê bi navê Celallettin Demîr ê ku di Girtîgeha Xarpêtê de tê girtin Şîrîn Demîrê jî anî ziman ku wekî malbatên girtiyan heta daxwazên zarokên wan pêk tê ew ê li kolanan çalakiyan li dar bixin û got: "Em vê tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan şermezar dikin. Îro li hemû girtîgehan zarokên me ketine greva birçîbûnê. Heke em xwedî li wan dernekevin û nebin dengê wan ev dê bi xwe re encamên neyînî bîne. Îro di greva dorveger de ne, lê heke encam neyê girtin dê greva mezin ya mirinê bidin destpêkirin. Ev jî dê bibe sedem ku li girtîgehan cenaze derkevin. Heke birêz Ocalan nebe em jî nîn in. Em li pey şopa wî û doza wî ne. Tişta ku ji gelê kurd tê divê bike. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta ev tecrîd bê şikandin em ê li ser piyan bin."    'JI SEROKÊ 50 MILYON ÎNSANAN AGAHÎ NAYÊN GIRTIN'   Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tênç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin Esmer Tûnçê jî daxwaz kir ku her kes dengê girtiyan bibihîze û ev tişt gotin: "Tişta bikeve ser milê me divê em bikin. Divê em nesekinin. Zarokên me bi salan in di nava çar diwaran de tên ragirtin. Ji ber hincetên vala. Alîgirên wan deh mirovan jî bikujin, wan salekî tenê jî di girtîgehê de nahêlin. Lê yê ku kurd be û behsa tekoşîna kurd bike bi salan cezayê girtîgehê jê re dibirin. Ma ev edelet e? Edelet li ku ye? Dewletên navneteweyî jî dizanin ku tecrîdeke çawa li ser me ye, lêbelê xwe bêdeng dikin. Ev sê sal in ku ji serokê 50 milyon însanan agahî nayê girtin. Ma ev mirovahî ye? Em naxwazin ku xwîn birije bila dawî li vê tecrîdê bînin."    Dayik Nafya Kuçukê jî bi lêv kir ku heta tecrîd neyê şikandin û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe ew ê nesekinin û got: "Zarokên me ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê. Em dixwazin ev zilma li ser wan rabe. Ev tecrîd bê şikandin. Bila deriyê girtîgehan vekin. Heta ev tecrîda li ser Apo ranebe em ê li ser pêyan bin. Zarokên me hemû kuştin, hemû girtin. Heta dawî li vê zilmê neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."    MA / Zeynep Durgut