Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt 2023-12-13 22:18:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 3’an a çalakiya nobetê ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn.   Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, 3 sal li pey xwe hişt. Bi boneya salvegera 3’an a çalakiyê meşekî navendî hat lidarxistin.   Di çalakiya rûniştinê de ku di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de hat destpêkirin û her Çarşem didome, di nava 3 salan de hewl hat dayîn paradîgmaya Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda li raya giştî ya cîhanê were naskirin.   Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî meşa ku bi boneya salvegera 3’an a çalakiya rûniştinê ya di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didome, bûn.   ÇALAKVAN: RÊBER APO DIVÊ ÊDÎ AZAD BIBE   Girseya meşê tevî barana zêde li Qada Palaîs Wîlson ku avahiya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) lê ye, li hev civiyan û beriya meşê daxuyaniyek dan.   Li ser navê komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya Swîsreyê, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) Selma Surer axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê azad bibe. Surer got: “Em ê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Em ji gel, welatparêz û dostên xwe bi hêvî ne. Çi dibe bila bibe divê em Rêbertiya xwe îsal bi awayekî fîzîkî azad bikin. Weke gelê Kurd divê em berpirsiyariya xwe bi cih bînin û xwedî li azadiya Rêbertiya xwe derkevin. Em ê vê pêngavê heta dawî bidomînin.“   Girseya gel piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin.   Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye rawestiya. Li ser navê girseyê û Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê siyasetmedar Mehmet Aslan axaftinek kir.   Aslan di destpêka axaftina xwe de grevên birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dewam dike û berxwedana gerîlayan silav kir. Aslan wiha berdewam kir: “Kurd li gel hemû zextan jî xwedî li Rêbertiya xwe derketin û wê xwedî lê derbikevin. Tu zext wê nebe sedem ku em serî bitewînin. Di serî de Rêber Apo li dijî pergala êşkenceya li Îmraliyê berxwedaneke biîhtîşam dide. Gelê me yê welatparêz jî li çar parçeyên Kurdistanê û li çiyan li ber xwe dide.”   Aslan got: "Em hevalên xwe ku li vir 3 sal in çalakiyê didomînin pîroz dikin. Di serî de xelkê li Cenevreyê divê hemû Kurdistanî xwedî li vê çalakiyê derkevin û pêşvetir bibin. Gelê me wê tu carî serî li hember polîtîkayên faşîzma AKP’ê netewîne. Ji ber ku ger bi salan li dijî zextan li ber xwe daye û hatiye van rojan, wê îro jî li ber xwe bide. Em dixwazin bang li dewletên cîhanê û bi taybet NY’ê bikin. Ger Kurd li Rojhilata Navîn li ber xwe didin, ev ne tenê ji bo wan e, ji bo astengkirina belavbûna taritiya DAÎŞ’ê li cîhanê ye. Berxwedana Rojava li ber çavên hemû cîhanê pêk hat. Ger îro Ewropî durî belaya DAÎŞ’ê ne, ev bi saya berxwedana Kurdan e. Ev berxwedan di heman demê de ji bo azadiya hemû nasnameyên ku li cîhanê tune tên hesibandin in. Ger Kurd ji bo mafên cîhanê li ber xwe didin, divê NY û welatên Ewropayê jî ji bo azadiya gelê Kurd rol bilîzin. Ji bo naskirina gelê Kurd divê hewl bidin.”   Piştî axaftinê, makêta hucreya Îmraliyê anîn qadê û parçe kirin. Piştre çalakvan li ber avahiya NY’yê çalakiya xwe ya her Çarşemê, heta saet 17:00’an domandin.