Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir 2023-12-13 15:52:37   EDENE - Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê diyar kir ku deriyê wan ji bo hemû kesên xwedî fîkriyata demokrasî û azadiyê vekirî ye û banga serlêdanên bernamzetiyê kir.    Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê têkildarî serlêdanên bernamzetiyê yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2024’an ku dê heta 20’ê kanû bidomin daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayîn û endama komîsyonê Sevda Ungor axivî.    Ungor, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên rêveberiyên herêmî û wiha got: “Her kesên dixwazin di bin sîwana DEM Partiyê de xizmetê ji bo gelê Edeneyê bikin, dikarin ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin. Deriyê partiya me li her kesên xwedî fîkriyata demokrasî û azadiyê vekirî ye. Ev hilbijartine dê bibe hilbijartina li dijî feraseta yekperest piranîparêziyê, li dijî qeyûman îradeya gel, li dijî şer aştiyê û bibe hilbijartina çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.”    Ungor, axaftina xwe wiha qedand: “Weke partî em destkeftiyên gelan esas digirin.  Lewma ji bo pêşerojên azad banga me ji bo her kesî ew e ku di bin sîwana partiya me de bigihijin hev. Di çarçoveya perspektîfa ‘azadî bi xwe birêvebirinê dest pê dike’ de banga me ji bo gelê me ew ku bibin kirdeya vê pêvajoyê, hêz bide û îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide. Em bê bi hev re bi ser kevin.”