Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê 2023-12-13 15:48:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên lig elek bajaran Nobetên xwe yên Edaletê didomînin, destnîşan kirin ku di daxwaza xwe ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de bi biryar in.    Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin didome.   WAN     Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan û TUHAY-DER’ê li Wanê daye destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike. Ji bilî rêveberên Rêxistinên DEM Partiyê yên Payîzava û Ebexê gelek kesan serdana nobetê kirin.    Emîne Atak a ji Geverê ji bo piştgiriyê serdana nobetê kir, bal kişand ser girîngiya Nobeta Edaletê. Fevzî Ûzûnay jî bi lêv kir ku çalakiyên hatine destpêkirin silav dike û wiha got: “Em hêvî dikin ku çalakî rêya hevdîtina bi birêz Ocalan re vekin.”     ‘HEKE PIŞTGIRÎ MEZIN BIBE TECRÎD DÊ WERE RAKIRIN’      Bavê girtî Adil Pala, Hasan Pala yê tev li çalakiya nobetê bû, diyar kir ku girtî ji bo bêedaletî bi dawî bibe ketine çalakiya greva birçîbûnê û anî ziman ku divê daxwazên wan ên hevpar demildest bi dawî bibin. Pala, bi lêv kir ku divê gel piştgiriyê bide nobeta ku malbatên girtiyan daye destpêkirin û diyar kir ku bi piştevaniya were dayîn dê tecrîd ji holê rabe.    Bavê girtî Ramazan Yikar, Temer Yikar jî diyar kir ku heke piştgiriya ji bo çalakiya wan mezin bibe dê bêhiqûqî bi dawî bin û tecrîd were rakirin.    Muhammed Ozdemîr ê tev li Nobeta Edaletê bû jî anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin û got: “Divê kurd bibin yek.”   MÊRSÎN    Gelek kes tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya îro jî li Çûkûrova TUAY-DER’ê hate meşandin bûn. Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî tev li çalakiyê bûn. Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş, girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê di çalakiya greva birçîbûnê de ne silav kir û banga tevlibûna çalakiyê kir.    Berdevkê Meclisa Kedê ya Mêrsînê Nûrettîn Ozdemîr, destnîşan kir ku polîtîkayên şer û tecrîda li ser Abdullah Ocalan krîzên li welat mezin dike û îşaret kir ku yek ji sedemên bingehîn ên krîza aborî jî tecrîd e.   Çalakiya Nobetê bi stranên dayikan gotin re berdewam kir.    EDENE    Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER’ê jî 10 roj in berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî serdana çalakgeran kir. Di çalakiya li vir de jî tecrîd bû mijara bingehîn.”    AMED    Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de hate destpêkirin li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê berdewam kir. Li eywana Nobeta Edaletê lê tê girtin pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişkinin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   Dayika girtî Gulistan Al, Emîne Al a di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî, wiha got: “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe, em ê çalakiya xwe bidomînin. Piştî du hefteyan min karî bi keça xwe re biaxivim. Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe, çalakiya me dê bidome. Em dixwazin herkesên hestiyar bên derdê me guhdar bikin. Divê herkes xwedî li vê çalakiyê derkeve.”   Di çalakiyê de berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” qet nesekinîn. Dayikan jî demekî dirêj stran gotin.