Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin 2023-12-13 15:14:42   STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever ji ber nûçeya bi sernavê “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” îfade da.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser giliyê Samî Baran ku di Doza Kobanê de weke şahid lê hat guhdarîkirin, derheqê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever lêpirsîn da destpêkirin. Nûçeya bi sernavê “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” jî di nav de ji ber hinek nûçeyên di navbera 2018-2019’an de hatine weşandin, derheqê Yurtsever de lêpirsîn hate vekirin. Yurtsever, di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade da. Yurtsever, bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Kes hedef nîşan da ye” hate tawanbarkirin.    Yurtsever, di îfadeya xwe de diyar kir ku doza behsa xeberê dozeke cemaweriyê ye û di serî de rojnameger li her kesî vekirî ye. Bi domdarî Yurtsever got ku di danişînê de girtek û nav nepen nînin lewma hêmayên sûc çênabin.    Yurtsever tawanbariyên tên kirin red kir û got ku nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin hêjayî nûçeyê ne û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatine weşandin.