Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin 2023-12-13 14:56:22   ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a Şirnexê de axivî û got: “Divê ku em vî barî tenê li ser milên girtiyan nehêlin. Divê em piştgiriyê bidin vê çalakiye û bi tekoşîneke hevpar tecrîtê bişkînin. Dem dema xiretê ye, dem dema azadiyê ye.”    Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê li Balafirgeha Şerafettîn Elçî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre girse bi konvoyê derbasî Şirnexê bû. Gelek welatî tevli civîna gel ku li eywana avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr hate lidarxistin bûn. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpêkir.   ‘TÊKOŞÎN DÊ BIGIHE ARMANCA XWE’    Dû re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir axivî. Bayindir, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo tunekirina gelê kurd seferberî ragihandiye û wiha axivî: “Îro di Rojhilata Navîn de gelê berxwedêr gelê kurd her tim di hedefa hêzên desthilatdar de ne û dixwazin ku têkoşina gelê kurd tune bikin. Gelên azadîxwaz her tim di hedefê de ne. Ji ber wê qasî ku ji destê wan tê dixwazin ku têkoşîna gelê kurd lawaz bikin. Lêbelê têkoşineke bêhempa tê dayin û em ji têkoşina xwe bi bawer in û em bi hêz in. Weke her gelekî mafên me jî hene û dayina vê tekoşînê jî weke şîrê dayika me helal e. Îro desthilata AKP’ê û MHP’ê hemû politikayên xwe û hemû aboriya xwe li ser tunekirina gelê kurd bikar tîne. Bi vê hişmendiyê welat bi rê ve dibin. Lê em ji xwe û gelê xwe bi bawer in ku dê ev têkoşîn e bigihe armanca xwe. “    ‘BI TEKOŞINEKE HEVPAR TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’   Bayindir, di berdewamê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku erka wan a sereke şikandina tecrîtê ye û wiha got: “Em di qonaxeke girîng de derbas dibin. Îro ji birêz Ocalan agahî nayên standin û birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîdeke benavber tê domandin. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta tirk çareseriyê naxwaze û peşiya çareseriyê digire. Heta ku tecrît neşikê, heta ku gelê kurd azad nebe em ê tekoşina xwe ya rewa  bidomînin. Îro li her deverên Kurdistanê û cîhanê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek tê dayîn. Di girtîgehan de jî grevên birçîbûnê destepêkirine. Divê ku em vî barî tenê li ser milê girtiyan nehêlin. Divê ku em piştgiriyê bidin vê çalakiye û bi têkoşîneke hevpar tecrîdê bişkînin. Dem dema xîretê ye, dem dema azadiyê ye.”    ‘CAREKE DIN HEBÛNA KURD ÎNKAR KIRIN’    Bayindir, bal kişand ser helwesta Serokatiya Karên Diyanetê û wiha berdewam kir: “Serokatiya Karên Diyanetê bi vê kirina xwe careke din zimanê kurdî û hebûna kurd înkar kir û tune hesiband. Ev hişmendiya inkarker nahêle ku gelê kurd bi ziman û çanda xwe bijî. Ji nexweşxaneyan bigirin heta mizgeftan dixwazin ku li ser gelê kurd politîkaya tunekirinê bidin meşandin. Lê em ê xwedî li çand, ziman û baweriya xwe  derbikevin.”    ‘KIRYARÊN GUN DIYAR IN’    Keskîn Bayindir, bal kişand ser qetilkirina rêveberina qetilkirina rêveberê DEM’ê yê bajarokê Sêgirkê Ahmet Gun jî û got ku kiryar diyar in. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê me Ehmed Gun bi awayekî hov hate qetilkirin. Em dizanin ku ji aliyê kê ve hatiye şehîkirin. Kiryarên wî diyar in. Ev kiryar bi çekên dewletê û piştgiriya dewletê dixwazin ku gelê kurd bi girtinan û kuştinan, sirgûn bikin û Botanê vala bikin. Lê em ê Botanê bikin qada azadiyê. Em ê têbikoşin û Botanê bikin qada yekitiya neteweya kurd. Hevalê Ehmed şehidê Kurdistanê ye.”    ‘EM BI STRATEJIYEKE NÛ PÊŞBÊRÎ GELÊ XWE NE’    Keskîn, têkildarî hilbijartinên herêmî jî ev tişt gotin: “Em niha di pevajoya hilbijartinê de ne. Di pêşiya me de civînên gel hene. Me beriya niha civînên xwerexnedayinê bi gelê xwe re li dar xistin. Me li ser van rexneyên gelê xwe amadekariyên xwe yên hilbijartinê kirin û stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Em ê bajarên xwe, navçeyen xwe û bajarokên xwe bistînin û qeyuman bişînin Enqereyê. Em ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê mal bi mal bi gelê xwe re bên cemhev. Em ê bi vê stratejiyê xebatên xwe dest pê bikin. Ji bo ku em vê nexşereya xwe pêk neyînin desthilata AKP’ê her astengiyekî ji me re derdixîne. Hatiye rewşeke wisa  ku em her hefteyê navê partiya xwe biguherînin. Lê em astengiyan nas nakin. Me partiya xwe ya DEM’ê ava kir. Em dibêjin dem dema azadiyê ye. Dem dema şandina qeyûman e. Serkeftin ya me ye.”   Civîna gel a bi nîqaşan berdewam kir, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.