Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn 2023-12-13 14:42:37 STENBOL - Xizmên girtiyan bi pêşengtiya MATUHAYDER’ê li Stenbolê starta Nobeta Edaletê dan û gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser girtiyan dê çalakî bidome.  Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bagcilar a Stenbolê Nobeta Edaletê da destpêkirin. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin”, “Bi jiyana azad re em tecrîdê bişikînin” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin.    Gelek xizmên girtiyan, Dayikên Aştiyê yên nobetê digirin, hevserokên MATUHAYDER û DEM Partiyê yên Stenbolê Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz, endamên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn.    ‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN DAXWAZA ME YA SEREKE YE’    Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî û got ku rojeva wan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatine destpêkirin in. Kalmaz, wiha dom kir: “Bi vê nobetê me xwest piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê, dengê girtiyan bidin bihîstin û ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin israra xwe nîşan bidin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Li gorî me neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer girêdana xwe bi tecrîda li ser birêz Ocalan re heye. Heta ku tecrîd ranebe dê şer bi dawî nebe.”   ‘HETA KU TECRÎD BIDOE DÊ NOBETA ME BERDEWAM BIKE’    Ji xizmên girtiyan û çalakvanên Nobeta Edaletê Fînce Akman jî wiha got: “Îktîdara AKP-MHP’ê tecrîdê giran dikin. Lewma me dest bi Nobeta Edaletê kir. Heta ku tecrîda li ser Serokê me radibe dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê li zarokên me yên girtî jî dike. Tecrîd giran e û girtiyên me şehîd dibi. Lewma banga me li her kesê xwedîwijdan ew e ku bên vê derê.”    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’    Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul jî destnîşan kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Guler, diyar kir ku divê ji girtîgehan cenaze dernekevin û got: “33 meh in em agahiyan ji Serokê xwe nagirin. Çendek berê li Gemlîkê erdhej çêbû. Me xwest girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Banga me li CPT’yê ew e ku peywira xwe pêk bîne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” Ji çalakvanan Cemîle Karakaş jî got ku divê tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din bi dawî bibe û banga berpirsyartiyê li her kesî kir.    EV 33 MEH IN AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN   Hevseroka MATUHAYDER’ê Dîlek Demîr jî metna daxuyaniyê xwend. Demîr, destnîşan kir ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in agahî nayên girtin û da zanîn ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi greva birçîbûnê kirine. Demîr, daxuyand ku ji roja Abdullah Ocalan hatiye radestkirin heta niha di tecrîdê de ye û ev tecrîd ji sala 2015’an ve hatiye girankirin. Demîr, daxuyand ku domandina tecrîda girankirî encama polîtîkayên înkar û îmhayê ya AKP-MHP’ê ye.    BANGA BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ    Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda giran a li Îmraliyê niha li hemû girtîgehan belav bûye. Ji ber vê tecrîdê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Di grevên birçîbûnê yên berê de gelek girtiyan uzvên xwe winda kirin. Heta gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Weke MATUHAYDER’ê em naxwazin heman êş bên jiyîn. Lewma em bang dikin ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bê bidawîkirin.    Ji bo bidawîbûna êşên ku bi sedan salane li ser vê xakê tên jiyîn, em bang li rêxistinên civaka sivîl, saziyên hiqûqê û partiyên siyasî dikin ku ji bo çareseriyê bi hev re tevbigerin. Em careke din bang li hikûmetê dikin ku daxwazên girtiyan qebûl bike. Em bi girtiyan re ne û ji bo rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk aştiyane, Nobeta Edaletê didin destpêkirin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û bi çepikan bi dawî bû.    Çalakî dê her roj saet ji saet 11.00’ê heta 17.00’ê bidome. Her wiha dê her sê rojan carekê li navnîşaneke cuda bê lidarxistin.