Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in 2023-12-13 10:10:22   STENBOL - Parêzera lubnanî Manal Majed ku têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdê de agahiyê bigire li Tirkiyeyê serdanan dikin wiha got: “Fikir û felsefeya Ocalan ji bo hemû gelan rêber in.”   Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku ji gelek welatên Ewropayê parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de hene ji bo hin rêze serdanan di 9’ê kanûnê de hatin Tirkiyeyê. Şandeyê di vê çarçoveyê de ewilî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 33 meh in agahî jê nayên wergirtin dike, kir. Şandeyê pişt re serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Jin Bi Hev Re Hêzin kirin, Kongreya Demokratîk a Gelan û Dayikên Şemiyê kir.    Endama Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re Azadî (NUN) ku ji aliyê aktîvîstên jin ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve li Beyrût a paytexta Lubnanê di 4'ê Hezîrana 2022'an de hat avakirin Parêzer û aktîvîsta mafên mirovan Manal Majed, ya di nav şandeya ku piştî Stenbolê serdanên xwe li Amedê didomîne de cih digire li ser paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û têkildarî tecrîdê ji ajansa me re axivî.   Majed, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan were berdan dê têbikoşin.    ‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Majed, anî ziman ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan rêber e û tecrîda li Îmraliyê rexne kir. Majed, axaftina xwe wiha domand: “Ev polîtîkaya tecrîdê qet nayê qebûlkirin. Demekî dirêj e destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em nizanin ka dijî an na, tu kes nikare xwe bigihînê. Nayê fêmkirin ku mirovekî ji bo hemû cîhanê fikrên girîng danîne holê ji mafên xwe yên xwezayî mehrûm bê hiştin. Polîtîkaya tecrîdê bi tu awayî ne hiqûqî ye û ne li gorî tu standartên mafên mirovan e.”   Majed girîngiya hatina gelhev a cudahiyan a li dijî tecrîdê destnîşan kir û bi lêv kir ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin divê her kes di nava hewldanan de be.   ‘ARMANCA HATINE ME EW E KU JI ÎMRALIYÊ AGAHIYÊ BIGIRIN’    Majed da zanîn ku jinên ji Lubnan, Filistîn, Iraq, Lîbya, Yemen, Sûriye, Misir û Sûdanê di Înîsîyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî de cihê xwe girtine û destnîşan kir ku wek însiyatîf ew armanc dikin ku felsefe, fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan nas bikin û bidin nasîn.   Majed, diyar kir ku di çarçoveya van fikran de di nav şandeyê de cih digire û qala armanca serdanên xwe yên li Tirkiyeyê kir. Majed, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li ser navê înîsiyatîfa NÛN’ê li vir im. Yek ji armanca me ya herî girîng a hatin vir ew e ku derbarê rewşa Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê girtiyê de agahiyan bigirin. Dîsa em dixwazin serdana girtîgehên li vir bikin û têkildarî rewşa girtiyan agahiyan bigirin. Em ê têkildarî vê mijarê serdana rêxistinên mafên mirovan bikin.”   ‘OCALAN MAFÊ HEMÛ JINAN DIPARÊZE’    Majed da zanîn ku însiyatîfa NÛN'ê girêdayî fikir û felsefeya Ocalan a li ser jinên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, di encama hewldanên jinên ku azadiya Abdullah Ocalan dixwestin pêk hatiye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn avakirina ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ înîsiyatîfa jinan a yekemîn e. Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn mirovê ewil e ku mafên jinan diparêze. Em weke Înîsiyatîfa NÛN’ê dizanin ku Ocalan mafên jinan diparêze. Ne tenê mafên jinên kurd, mafên hemû jinên cîhanê diparêze. Bawerî azadî û wekheviya jinê dike. Em bawer dikin ku paradigmaya Abdullah Ocalan ji bo jinan rêber e. Ez jî weke jineke lubnanî ji bo ku bawerî vê yekê dikim îro li vir im.”   PARADÎGMAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ YA ABDULLAH OCALAN   Majed, anî ziman ku Abdullah Ocalan demekî dirêje ji bo mafên jinan têdikoşe, ked dide û wiha domand: “Hemû cîhan dirûşmeya jinên kurd a ‘jin jiyan azadî’ dizane. Jinan ev dirûşm ji fikra azadîxwaziya jinê ya felsefeya Abdullah Ocalan wergirtin. Em dikarin van fikir û ramanên Abdullah Ocalan têxin pratîkê. Abdullah Ocalan ev fikir ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê danî holê, em di ferqa vê yekê de ne. Ez weke yekî parazvanên mafên mirovan û ji Înîsiyatîfa NÛN’ê piştgiriya gotinên Abdullah Ocalan dikim û em weke înîsiyatîf azadiya wî dixwazin. Ji ber ku Abdullah Ocalan bawerî azadiya jinan û mafên jinan dike. Ji bo jinên kurd ez jî dibêjim ‘jin jiyan azadî’.”   ‘JI BO KU WERE BERDAN DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’     Majed, destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan di serî de jin ji bo hemû gelan çareserine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vî awayî di her qadê pêşî li jinan vebû. Hem di siyasetê de hem jî di qada civakî de jinan bi vê rêyê gelek destkeftî bi dest xistin. Weke jin em girîngiyê didin azadiya jinan. Em derbarê rewşa civaka kurd de xwedî agahî ne. Em Ocalan ne tenê kesekî ku azadiya jinên kurd kesekî ku azadiya jinên cîhanê dixwaze dibînin. Ji ber vê yekê ji bo were berdan tişta ji destê me tê em ê bikin, ev yek girîng e.”   MA / Esra Solîn Dal