Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye 2023-12-13 09:49:53   WAN - Ji bo Hevşaredariya Wanê 192 serlêdan li Partiya DEM’ê hatin kirin. Tê payîn ku heta 20'ê kanûnê hejmara serlêdanên ku piraniya wan ciwan in, zêde bibe.   Li Wanê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji 13 şaredariyan 10 şaredarî bi dest xistibû. AKP'ê jî 4 şaredarî bi dest xistibûn. Şaredariyên Ebex, Tûşba û Artemêtê ên ku HDP'ê bi dest xistibûn jî bi hinceta hevşaredarên wan bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibûn îxrackirin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbata nedabû wan û li şûna wan dabûn namzetên AKP'ê yên di hilbijartinê de têk çûbûn. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'ê daketibûn 7'an. Paşê qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê hatibûn kirin. Qeyûmên hatibûn tayînkirin jî meclisên şaredariyan fesix kiribûn û şaredariyan bi çend karmendên tayînkirî bi rê ve biribûn.    NELIRÊTÎ Û GENDELÎ   Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatin kirin, ji ber gendelî û nelirêtiyê her di rojevê de ne. Piraniya mal û milkên aîdî şaredariyan hatin firotin. Her wiha şaredarî di nav deynan d eman. Di rapora dawî ya Dîwana Çavdêriya Darayî de hat dîtin ku tenê deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 2 milyar TL derbas kiriye. Lê nehat hînkirin ku bê çiqas deynên bankên taybet li şaredariyê ne. Her wiha di hesabên bîlançoyê yên Şaredariya Bajarê Mezin de derket holê ku deynê sala 2020'an 103 milyon, deynê sala 2021'ê 89 milyon û deynê sala 2022'an jî 1 milyar û 88 milyon TL ye. Ji dema qeyûm hatiye tayinkirin heya niha, îstîhdamkirina neqanûnî û îstihdamkirina endamên AKP'ê ku li şaredariyan hatine bicihkirin jî, yek ji mijarên cihê nîqaşê ye.    ELEQEYEKE ZÊDE JI BO SERLÊDANAN   Tê payîn ku di hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adara 2024'an de şaredarî dîsa dest biguherin. Tê gotin ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piraniya şaredariyan bi dest bixe. DEM Partî ya ku ji bo hilbijartinan biryara "pêşhilbijartinê" girtiye, heta niha gelek kesan serî lê daye.   Heta niha bi giştî 192 kesan ji bo hevşaredariyê serî li partiyê dane. 4 kesan ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kiriye. Ên din jî ji bo hevşaredariyên navçeyan serlêdan kirine. Ji vê hejmarê 140 mêr û 52 jê jî jin in. Her wiha bi giştî 310 kesan jî ji bo endamtiya meclisa şaredariyê serlêdan kirine. Hat hînbûn ku ji sedî 40'ê serlêdanan ji ciwanan pêk tê.   Serlêdanên namzetiyê dê di 20'ê kanûnê de bi dawî bibin. Tê payîn ku ev hejmar heya wê rojê du qat zêde bibe.   'BÊYÎ BIRYARA GEL DÊ KES NEBE NAMZET'   Hevberdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partî ya bajêr Delîl Aksoy der barê serlêdanan de axivî. Aksoy diyar kir ku dê serlêdan zêde bibin. Aksoy got: "Gelê me xwe amade dike ku dersa pêwîst bide qeyûman û em vê yekê di hejmara serlêdanan de jî dibînin. Piştî ku em serlêdanan bi berfirehî binirxînin, em ê ji bo erêkirinê pêşkêşî gelê xwe bikin. Hem hevalên me yên ku serlêdan kirine hem jî gelê me rêzê li biryarên komîsyonê digire. Dibe ku di demên berê de kêmasî çêbûbin, lê ji xeynî biryara gel dê kes nebe namzet."    BANGAWAZÎ   Aksoy diyar kir ku piştî ku dema serlêdanê bi dawî bibe dê pêvajoya mulaqatê dest pê bike û wê derfet bê dayîn ku namzet xwe bidin nasîn û wiha got: “Piştî van pêvajoyan em ê sindoqan bidin ber gel û gel dê dengê xwe bi kar bîne û hevşaredar û endamên meclisê hilbijêre. Ji ber vê yekê her hevalê ku serlêdanê bike xwedî heman şert û mercan e."    Aksoy bi taybetî bang li ciwanan kir ku "serlêdanê bikin" û got: "Em bawer dikin ku em ê bi dirûşma 'Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin' bi ser bikevin. Armanca me li Wanê ew e ku em her 14 şaredariyan jî bi dest bixin. Demekê me 13 şaredarî bi dest xistibûn."    MA / Adnan Bîlen