Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne 2023-12-13 09:13:33   ŞIRNEX- Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin diyar kirin ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku ew bi paş ve gavê biavêjin û gotin: "Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Em hevalên vê dozê ne."    Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi salan e bi polîtîkayên dijminatiyê nêzî kurdan dibe. Desthilata AKP'ê û MHP'ê ya ku bi salan e bi binçavkirin, îşkence û girtinan hewl dide têkoşîna gelê kurd a rewa bitepisîne, dema nikare ji polîtîkayên xwe encam bigire serî li rêbazên cuda dide. Ev 5 sal in polîtîkaya xwe bi îşkenceyên nemirovane li ser cenazeyên zarokên kurd dimeşîne.    Rayedarên dewletê malbatên ku di pevçûnan de zarokên wan jiyana xwe dest dane agahdar dikin, ji malbatan nimûneyên DNA’yê digirin û piştre bêyî agahiya malbatan cenazeyên zarokên wan li goristanên bêkesan defin dikin. Piştî salan cenazeyên zarokên wan didin û ji wan re dibêjin, mînaka DNA'yê nû derketiye. Lê belê cenaze bi îşkenceya dijmirovahiyê radestî malbatan tên kirin. Her wiha ji bo birina cenazeyan jî wesayîtên cenazeyan nadin malbatan û cenaze di bin dorpêça polîsan de tên definkirin û heta nahêlin ferdên malbatê tevli merasîma cenaze bibin û wecîbeyên olî pêk bên. Gelek ji van cenazeyan jî di qutî, çente û sindoqan de radestî malbatan tên kirin. Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtine diyar kirin ku ew ê doza zarokên xwe bidomînin.   'DI 5 SALAN DE EZ 27 CARAN ÇÛM ŞIRNEXÊ'   Endamê HPG'ê Diljar Hazar (Rojhat Zelal) di sala 2018'an de li herêma Bestayê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest da. Lê tevî hemû hewldanên malbatê jî cenazeyê wî nehat radestkirin û malbatê di van 5 salan de 27 caran serî li dozgeriyê daye, lê her carê dest vala vegeriyaye. Dayika Hazar Emine Hazar têkildarî mijarê axivî.    Hazarê diyar kir ku dewlet bi vî awayî dixwaze ku malbat serî bitewîne û wiha axivî: "Kurê min di sala 2018'an de li Bestayê jiyana xwe ji dest da. Piştre agahî dan me ku em biçin morga Nexweşxaneya Şirnexê cenaze teşxîs bikin. Em çûn morgê, lê cenaze nebû ji wir biribûn. Wekî ku henekên xwe bi me dikin. Em gelek pê êşiyan. Me gelek li ber xwe da, lê cenaze nedan me. Heta salek jî bi ser re derbas bû ez her roj diçûm û dihatim. Her carê ji min re digotin, 'ne li vir e.' Ez bajar bi bajar li cenazeyê kurê xwe digeriyam. Min digot, 'heta ku ez cenazeyê kurê xwe nebînim ez ê nesekinim.' Tim û tim min ew mereq dikir. Ez di van 5 salan de 27 caran çûm Nexweşxaneya Şirnexê û dozgeriyê û min cenazeyê kurê xwe pirs kir. Min kir û nekir cenaze nedan min. Heta roja ku min cenaze wergirt jî min bawer nedikir ku jiyana xwe ji dest daye. Lê 5 sal di ser re derbas bûn, min nû cenazeyê kurê xwe stand. Lê ew jî min bi zorê stand. Heke ku ji parêzeran nebûya dibe ku nedana. Ji ber ku min cenazeyê kurê xwe stand ez keyfxweş bûm. Heta ku ez sax bim ez ê li pey doza wan bim. Em gavekî jî bi paş ve navêjin. Ev ne cara ewil e ku em rastî vê pêkanînê tên."   Dayikê Hazarê da zanîn ku gava cenaze wergirtine wesyîta cenaze nedane wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha gotin, 'bila kesek neyê.' Nehiştin ji malbatê jî kesek bê. Ev tişta ku dikin îşkence ye. Dibêjin heke em wiha bikin dê malbat ji doza xwe vegerin. Lê em venagerin. Heta dilopeke xwînê di laşê me de hebe em ê li pey vê dozê bin. Tirko çi dike bila bike dê nikaribe. Ji hestiyên zarokên me jî ditirsin. Em ne poşman in. Em li pey axa xwe û welatê xwe ne."   'EM HEVALÊN VÊ DOZÊ NE'   Endamê HPG'ê Abdulselam Ogûz (Zinar Sorî) di sala 2020'an de li herêma Kato Marînos ya Colemêrgê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ogûz jî piştî sê salan radestî malbata wî hat kirin. Dayika wî Hanim Ogûz, bi lêv kir ku ew ê li pey doza zarokên xwe bi serbilindî bimeşin.   Dayik Ogûzê got: "Dema ku agahiya şehateda kurê min hat, ez çûm min xwîn da. Em çûn Şirnexê û min li wir xwîn da. Dema ku em çûn di morgê de cenazeyek hebû. Ew cenaze nîşanî me dan. Cenaze perçiqî bû. Ew ne cenazeyê me bû û piştre em vegeriyan Hezexê. Em man li benda encama xwînê. Em man û man û bû sê sal. Piştî sê salan bang kirin û gotin, 'werin cenazeyê xwe bibin.' Cenaze di goristana bêkesan de veşartibûn. Ji bo wergirtina cenaze em çûn Şirnexê. Tirba wî kolandin, xelas nedibû. Bi qasî vî xaniyî ax avêtibûn ser. Ez ew qasî aciz bûm min got,'qey dê di vir de jî bireviya we evqasî ax avêtiye ser?' Li vir wesayîta cenaze nedan me û me wesyît ji Amedê daxwaz kir. Me cenazeyê xwe stand û ew anî Hezexê. Li vir jî em di bin dorpêçê de bûn. Me cenaze di bin dorpêça polîsan de defin kir. Ev tişt zilm e. Dikaribûn ku sala ewilî cenaze bidana. Lê nedan. Ev tişt neqanûni ye. Me xwîn da, me pirs kir lê nedan. Em ji doza xwe nayên xwarê. Xwîna me rijiyaye, em ê çawa ji vê rêyê vegerin? Em hevalên vê dozê ne. Em ji wan natirsin.    'HEKE WESAYITA CENAZE BÊ EM CENAZE NADIN WE'   Endamê HPG'ê Hasan Agirman (Rençber Givara) di 14'ê gulana 2023'yan de li Bestayê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî piştî çend mehan radestî malbata wî hat kirin. Dayika wî Hazîne Agirman, da zanîn ku dewletê nehiştiye ku cenazeyê xwe bi wesayîta cenaze bibin defin bikin.   Dayik Agirmanê wiha axivî: "Di 14'ê gulanê de li Bestayê pêvçûn derket, kurê min li wir jiyana xwe ji dest da. Dewletê bang li me kir, gotin 'Werin cenazeyê xwe teşxîs bikin.' Me berê xwe da Şirnexê. Em çûn me li cenaze mêze kir, lê me ew nas nekir. Me xwîn da û em vegerandin. Piştî 2 meh derbas bûn nû bang li me kirin û gotin, 'werin cenazeyê xwe bibin.' Me parêzer girt heta ku cenaze dan me. Wesayîta cenaze nedan. Ji me re gotin, 'wesayîta cenaze dê ji Amedê bê.' Piştre gotin, 'wesayita cenaze xerab bûye.' Me ji Silopiyayê wesayîta cenaze daxwaz kir. Polîsan ji me re got, 'wesayîta cenaze ji ku tê?' Me got, 'Ji Silopiyayê.' Ji me re gotin, 'heke ji Silopiyayê bê em ê cenazeyê we nedin.' Piştre me xwe hewceyî kesekî kir wî cenaze anî. Min pir dixwest ku zû bistînim. Ev zilm e. Xwedê ji wan re nehêle."    'TI ELEQEYA DEWLETÊ BI ÎSLAMETIYÊ RE NÎNE'   Hevseroka MEBYA-DER'ê Esmer Çikmazê jî bertek nîşanî vê polîtîkaya dewletê da û bi lêv kir ku dewletê qanûnên olî binpê dike. Çikmazê anî ziman bi îşkenceya li ser cenazeyan dê nikaribin bi gelê kurd paş ve gavê bidin avêtin û wiha got: "Piştî bi salan cenazeyên zarokên malbatên me di qutuyan de radestî wan dikin. Ev tişta ku dikin zilm e. Ev zilm e li ser me û zarokên me ye. Di tu qanûnan de, di tu baweriyan de ev tişta ku li ser cenazeyên me tê kirin nayê qebûlkirin. Ev tişta ku tê kirin li tu derê nehatiye dîtin. Heta niha cenazeyên gelek zarokên me bi kargoyê ji malbatên wan re şandine. Birînan malbatan pîçekî ser hev tên, lê ew dîsa birînên wan nû dikin. Xwedê belaya xwe bide van. Ev çi ji me dixwazin? Lê ev tişta ku tê kirin tirs e. Di dema eshabeyan de jî dema ku derdiketin herbê digotin, 'destê xwe nedin cenazeyan.'"   Çikmkazî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev dewlet li ser navê îslamiyetê tevdigere. Lêbelê tu eleqeya wê bi îslametiyê re nîn e. Heke ku tu dewleteke îslamî bûya, heke ku dewleteke biedelet bûya te cenazeyên zarokên me bi vê rêbazî radestî me nedikir. 3 sal, 4 sal û 5 sal bi ser qetilkirina zarokên me re derbas dibe, ev dewlet cenazeyan ji nû ve bi kargoyê ji malbatê re dişîne. Ev hovitî ye. Gazinên min ji melayan re heye, heke we ilim xwendibe, heke hûn bi qanûnên olî zanibin li gorî wê bimeşin. Li gorî qanûna dewletê neçin, li gorî qanûna xwedê tevbigerin. Mizgeftên ku li vê herêmê hatine çêkirin vî gelî bi derfetên xwe ew çêkirine. Lê îro dewlet van mizgeftan wekî mala xwe dihesibîne. Em nikarin şînên zarokên xwe di mizgeftan de deynin. Ne tenê mizgeftan nahêlin em li kolanê jî deynin. Xwedê heq û hiqûqê me û zarokên me li erdê nehêle."    MA / Zeynep Dûrgût