Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê 2023-12-13 09:12:28   SÊRT - Hevberdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Sêrtê ya DEM Partiyê Eşref Tekîn ji bo hevşaredariyê û meclisa şaredariyê bang li welatiyên Sêrtê kir.    Partiyên siyasî ji bo amadekariyên hilbijartinên xwecihî yên ku dê di 31'ê Adara 2024'an de li Tirkiye û Kurdistanê bên lidarxistin, zend û bend badan. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di 27'ê Mijdarê de serlêdanên ji bo bernamzetiya hevserokatiya şaredariyan û bernamzetiya endamtiya meclisên şaredariyê dan destpêkirin. DEM Partiyê ku pêvajoya serlêdanê heta 20'ê kanûnê dirêj kir, ji bo serlêdanê bang li sêrtiyan kir.    Hevberdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetên Sêrtê ya Dem Partiyê Eşref Tekîn diyar kir ku heta niha li bajarok, navçe û navendên bajaran bi sedan serlêdan hatine kirine û bal kişand ser serlêdanên jin û ciwanan.    DÊ GEL NAMZETAN DIYAR BIKE   Tekîn bi bîr xist ku dê namzet bi sindoqên di pêşhilbijartinê de bên diyarkirin û got ku xebatên ji bo vê yekê dewam dikin. Tekîn diyar kir ku piştî serlêdan temam bûn dê sindoq bên vekirin û got ku dê namzetên li gorî encamên dengan bên diyarkirin ji raya giştî re eşkere bikin.   'EM Ê DAWÎ LI XESPA QEYÛMAN BÎNIN'   Tekîn diyar kir ku ew ê şaredariyê dîsa ji qeyûmê Sêrtê bistînin û got ku her çend gelek neheqî hatin kirin jî lê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de dîsa dengê xwe da namzetên xwe. Tekîn ku got “Me li vî bajarî bi namzetê dewletê re pêşbazî kir" wiha domand: "Gelê Sêrtê wê demê îradeya xwe nîşan da û me bi piştgiriya gelê xwe şaredariyê bi dest xist. Di vê hilbijartinê de bi piştgiriya gelê xwe em ê şaredariya xwe ji desteserkirina qeyûman rizgar bikin û azad bikin."   Tekîn anî ziman ku li hemberî polîtîkaya qeyûmtiyê li Kurdistanê bertekeke cidî heye.   BANGA JI BO BERNAMZETIYÊ   Herî dawî Tekîn têkildarî serlêdanên bernamzetiyê yên berdewam dikin bang li raya giştî kir û got ku ew dixwazin nûnertiya jin û ciwanan xurttir bikin. Tekîn, wiha berdewam kir: "Em careke din bang li hemû gelê Sêrtê, bi taybetî jî jin û ciwanan dikin ku ji bo hevşaredariyê, endamtiya meclisa şaredariyê û meclisên bajêr bernamzetiya xwe deynin."