Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin! 2023-12-12 20:24:24       ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncelê diyar kir ku desthilata siyasî li hemberî têkoşîna tevgera jinên kurd amûrên çewisandinê bi kar tîne û got: "Desthilata ku ji têkoşîna me ditirse, dê li hember paradîgmaya demokratîk û azadiya jinê nikaribe li ser pêyan bisekine. An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin."    Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hinek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn. Hinek siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û tev li dozê nebûn. Di heman demê de parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiy3e (OHD) û xizmên girtiyan di danişînê de amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel berdewam kir.    Tûncelê di parastina xwe de anî ziman ku awayên kedxwariyê yên di têkiliyên jin-mêran de "prototîpa" hemû têkiliyên civakî ye û got: "Tevgerên reformî hem meseleya jinê bi temamî çareser nekirine, hem jî bi ser de mêrserweriyê tekûz dikin. Jin ji bo afirandina civakeke li ser esasên azadî û wekheviyê têdikoşin. Hemû cîhan têkoşîna jinên kurd a li hemberî qirkirinê dişopîne. Lê li Tirkiyeyê jinên kurd tên darizandin. Desthilata ku ji têkoşîna me ditirse, dizane ku li hember paradîgmaya demokratîk û azadiya jinê dê nikaribe li ser pêyan bisekine. Lewma hemû amûrên çewisandinê yên dewletê bi kar tîne. Lê ev hewldanên bêhûde ne. Tew tenê ne ji aliyê jinan ve, ji aliyên mêran ve jî ku doza wekheviyê dikin rizgarî ev têkoşîn e. An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin."    Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome.