Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand 2023-12-12 20:12:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymana civakî pejirand.   Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser îro civîna xwe ya asayî ya 90‘î li dar xist û peymana civakî ya ku rojên borî ji aliyê Komîteya Berfireh a Desteya Peymankar ve hatibû pêşkêşkirin, pejirand.   Di civîna li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê hat lidarxistin de, Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, nûnerên meclisên qanûnsaz yên 7 herêman, amade bûn.   Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman 134 bendên peymanê yek bı yek xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.   Di dawiya civînö de Meclısa Giştî peyamnö pejirand. Peyman dê ji dîroka derxistinê ve bikeve meriyetê.