Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2023-12-12 18:41:08   ŞIRNEX- Girtiyê nexweş Mehmet Guvcîn di bin dorpêça polîsan de hate definkirin.    Mehmet Guvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihat ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Guvcîn ê ku 2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê malbatê cenazeyê Guvcîn anî navçeya Cizîrê. Polîsan nehişt ku ji xeynî malbatê kesek tevli definkirina cenaze bibe.    Cenazeyê bi tevlibûna ferdên malbatê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.