Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir 2023-12-12 15:01:35   AMED - Serokê Amedsporê Azîz Elaldi êrişa li dijî hakem Halîl Ûmût Meler hatiye kirin şermezar kir û got: “Heke hûn ewqas toleransê nîşanî tîmekê bidin û li şûna cezakirinê wan kesan xelat bikin, dê bi xwe re encamên wiha bîne.”   Di hefteya 15’emîn a Trendyol Super Lîgê de duh tîmên Ankaragucu û Çarkur Rîzesporê lîstin û maç 1-1 bi dawî bû. Serokê Klûba Ankaragucuyê Faruk Koca jî êrişî hakemê maçê Halîl Umut Meler kir. Rêveberiya Amedsporê têkildarî êrişê  li Tesîsên Şehmûs Ozer a navçeya Peyas a Amedê daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê alayên Amedsporê hatin daliqandin. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi û endamên rêveberiyê tev li daxuyaniyê bûn.   ÊRIŞÊN LI DIJÎ AMEDSPORÊ   Elaldi di daxuyaniyê de axivî û êrişa li dijî hakem Meler weke şermezariyeke di dîroka fûtbolê de pênase kir. Elaldi, anî ziman ku bi sala ye Ankaragucu êrişî Amedsporê jî dike û herî dawî jî endamên wan hatine lînckirin. Bi domdarî Elaldi êrişên li Bursayê jî bi bîr xist wiha got: “Li kîjan devera cîhanê jî bûya ev maç nedihat lîstin. Lê maç hate lîstin.”   ‘HEKE LI ŞÛNA CEZAKIRINÊ XELAT WERE DAYÎN DÊ ENCAM WIHA BE’   Bi domdarî Elaldi da zanîn ku divê li dijî nîjadperestiyê tevdîr bên girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Herî dawî jî di maça Înegolsporê de em bi êrişeke nîjadperest re rû bi rû man. Dema mijar dibe Amedspor, her kes xwe bêdeng dike. Qedexeya alîgiran a li deplasmanan jî li tu cihên cîhanê nîne. Bûyera duh hatiye jiyîn encamên van êrişan e. Heke hûn ewqas toleransê nîşanî tîmekî bidin, dê encam wiha be. Heke hûn li şûna darizandinê klûbekê xelat bikin, dê encamên wiha jê derkevin. Em vê êrişê şermezar dikin û dixwazin ku berpirsiyarên vê bûyerê cezayên herî giran bigirin. Werzîş ne cihê tundiyê, cihê biratiyê ye.”