Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin 2023-12-12 14:46:40   AMED - Abdurrahîm Gun ku di êrişa cerdevanan de bavê wî Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe birîndar bû, diyar kir ku dema êzing kom dikirin cerdevanan ji wan re gotine; “ji vir herin” û piştre jî gule li wan reşandine.    Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li gundê Talokayê rastî êrişa çekdarî hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.   Gun ê ku ji lingê xwe birîndar bû, hate emeliyatkirin. Rewşa wî ya tenduristiyê baş dibe û dê hefteyekê de di bin kontrolê de be. Gun, têkildarî bûyerê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Gun, diyar kir ku li gel bav û pismamê xwe ji bo komkirina êzingan çûne gundê xwe û wiha qala bûyerê kir: “Di wê navberê de cerdevan Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat hatim cem me. Gotin; ‘Ev der a we nîne, ji vir herin.’ Her wiha gef li me xwarin. Lewma di navbera me de rageşî derket. Di vê navberê de berê çekan dan me û gule reşandin. Bavê min li wir jiyana xwe ji dest da û ez jî ji lingê xwe birîndar bûm.”    CENDIRME 20-30 DEQE PIŞTRE HATIN CIHÊ BÛYERÊ    Bi domdarî Gun da zanîn ku piştî êrişê pismamê wî Mahmût Gun li komên Tenduristiya Lezgîn a 112’ê geriyaye û ev tişt anî ziman: “Bi qasî 20-30 deqe piştre jî cendirme hatin cihê bûyerê. Rêya gund xerabe lewma ambulansê nekarî were. Cendirmeyan em ji wir birin û heta cem ambulansê birin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatim tedawîkirin û piştre sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hatim kirin. Li vir hatim emeliyatkirin. Ji ber birîndariyê, di lingê min de parçebûn çêbûye. Dê hefteyekê di bin kontrola bijîşkan de bim. Piştre dê dîsa li piyê min binêrin. Dê wê demê rewş diyar bibe bê ka zirar gihiştiye demaran an na.”    Di berdewamê de Gun got ku têkildarî êrişê heta niha jî îfadeyên wan nehatine girtin û axaftina xwe wiha qedand: “Tenê di saetên serê sibehê de du polîsên sivîl hatin nexweşxaneyê û ji min pirsa ‘kê ev êriş pêk anî? Gelo hûn wan nas dikin?’ kirin.”    MA / Mehmet Guleş