Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin 2023-12-12 14:41:41   AMED - Girtî Mazlûm Îçlî yê di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire diyar kir ku komên duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin û got: “Xwedî li berxwedana me ya xurt û biqehremanî derkevin.”   Mazlûm Îçlî ku di dema çalakiyên Kobanê de ji mirina 4 kesan berpirsyar hat dîtin û tevî ku bi dîmenan îspat bû ku roja bûyerê ew li daweteke 140 kîlometre dûr e jî 124 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Îçlî, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kete çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger. Îçlî, di peyama ji malbata xwe re şand de diyar kir ku koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de dane destpêkirin dewr girtî ye.    Îçlî, bal kişand ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dane destpêkirin dê heta 15’ê sibatê berdewam bike û wiha got: “Armanca me ya ewil ew e ku tecrîda li ser rêberê me were rakirin. Tu deman me tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên wî qebûl nekir. Em ê ji niha û şunde jî qebûl nekin. Ji ber ku em baş dizanin ku birêz Ocalan pêşengtiya azadî, aştî û demokrasiyê dike.”   ‘HETA KU SEROKATIYA ME AZAD NEBE KES AZAD NEBE’    Îçlî yê bang li hemû beşên civakê kir wiha got: “Ev greva me ji bo hin beşan hişyariyeke, divê gelê me û kesên aştîxwaz xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em dibêjin ku em yekitiya xwe xurt bikin, em bi yekitiya xwe xweşik û xurt in. Bi Bahattîn Erkaplan re di koma duyemîn de cih digirin. Banga me li malbata Erkaplan û gelê kurd e xwedî li berxwedana me ya xurt û biqehremanî derkevin. Divê herkes piştgiriyê bide û hestiyar be. Ez bi ruhê berxwedanê herkesê silav dikim. Heta ku serokatiya me azad nebe kes azad nabe. Divê herkes vê rastiyê bizane.”